Encamnameya komxebata 'Di serhildanên Jin, Jiyan, Azadî de rola xwendekaran'

Encamên komxebata 'Di serhildanên Jin, Jiyan, Azadî de rola xwendekaran' hate eşkerekirin ku bi hevkariya Xwendekarên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Bremenê hate lidarxistin.

Bi dirûşma 'Di serhildanên Jin, Jiyan, Azadî de rola xwendekaran' di 4'ê Adara 2023'an de li Zanîngeha Rojava bi hevkariya Xwendekarên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Bremenê ya Elmanyayê komxebatek hate lidarxistin.

Gelek rojnamevan, lêkolîner û çalakvanên ji Rojhilatê Kurdistanê Ammar Golî û Çalak Şaho weke panelîst tevlî vê komxebatê bûn.

Çalakvanên xwendekar ên ji Rojhilatê Kurdistanêû Îranê jî ji ber ku derfetên beşdarbûna wan a online tune bûn, bi rêya videoyan peyamên xwe ji komxebatê re şandin. 

Encamnameya komxebatê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Di encamnameyê de wiha hate gotin:

"Mijara vê komxebatê rola xwendekaran a li di serhildanên li Rojhilat û Îranê bû ku ev şeş meh in bênavber dewam dikin. Ev serhildan ku weke 'Şoreşa Gelan' tê binavkirin û pênasekirin, bi dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ku di 16'ê Îlona derbasbûyî de li ser gora Jîna Amînî hatibû qîrîn, destpê kiribû. Bi tevlîbûna pêkhateyên Îranê hemûyan li seranserê Îranê û Rojhilata Navîn belav bû. Armanca vê komxebatê jî ev bû ku di vê serhildanê de rola xwendekaran bi beşdarbûna xwendekarên Rojava, Rojhilat, Îran û xwendekarên ji welatên curbicur re bê nîqaşkirin û divê piştgirî û helwestekî çawa ji bo van xwendekarên li dijî sîstema Cumhuriyeta Îslamî û  modernîteya kapîtalîst tê dikoşin, hebe. 

Li komxebatê di nîqaşan de ev xalan derketin pêş:

Di dîroka serhildanên Îranê de bi taybetî piştî salên 70'î tê dîtin ku hem di nava civaka Kurd û hem jî di civak û pêkhateyên din ên Îranê de rola xwendekaran her di asta pêşengtiyê de ye. Piştî serhildanên 2011'an ku ji aliyên tevgerên dij-sîstemî ve bi taybet tevgara azadî a kurd wekî 'Bihara Gelan' tê binavkirin, civaka Îranê êdî bi dengekî xurt nerazîbûna xwe dihanîn ziman. Civak dixwest wî kirasê zilm û tirsê biqetîne ku ji civak û pêkhateyên Îranê hemûyan re teng dihat. Piştî 2018'an vir ve jî hema hema her sal çalakî û xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê dihate lidarxistin û her ku diçû ev çalakî û xwepêşandan vediguherîn bênavberbûnê. Di rewşekî wiha de bi kuştina Jîna Amînî ya sê nasnameyên ku li Îranê bindest e (kurd, jin û sinî) temsîl dikir, ev serhildanên gel gihaşt lûtkeyê û ev 6 meh in bênavber berdewam dike."

Di encamnameyê de hate ragihandin ku di bin serweriya desthilatdariya heyî ya Îranê de zanîngeh li xwendekaran bû mîna cihekî girtîgehê û hate gotin, "Hemû qadên zanîngehê ji aliyê rejîmê û alîgirên wê ve ji bo propaganda û xizmeta rejîmê bike dihate bikaranîn. Lê ev serhildan hişt ku xwendekaran zanîngehê vegerînin qadeke berxwedanê ya ji bo azadiyê. Helbet êrîş û pêkûtiyên li ser xwendekaran kêm nebûne û zindanan bi xwendekaran re dagirtine. Lê li beramberî vê xwendekar jî zindanan veguherandine zanîngehê. Ev ji me re eşkere dike ku xwendekar ew zincîr û dîwarên tirsê ku rejîma Îranê ava kirî, rûxandine û şikandine.

Pirsgirêka famkirina dirûşme yan jî fikra 'Jin, Jiyan, Azadî': Hem di nava civaka Îranê de û hem jî di nava civaka navneteweyî de ev pirsgirêka famkirinê heye. Ji ber ku bi awayekî zelal û bi cesaret çavkaniya vê fikrê nayê gotin û nîqaşkirin. Li gel vê, xebatên şolîkirin û berovajîkirina vê dirûşme û fikrê ji aliyên hin kes û komên ku ketine nava pêşbirka desthilatdariyê û xema wan ne azadiya civakê ye, pir zêde tên kirin. Lê civaka kurd bi zelalî dizane ku çavkaniya vê fikr û felsefeyê rêberê gelê kurd Öcalan e ku ev 25 sal in di nava tecrîdê de ye. Ev felsefe bi rêya azadiya jinê azadiya civakê dike hedef û bi vî awayî jî bi awayekî efsûnî ev formûl di nava xwe de gengaziya çareserkirina hemû pirsgirêkên civakê dihewîne. Ji ber vê jî civaka Îranê û nifşên nû ku hemû jî xwendekar in, ev felsefe û fikir bala wan dikşîne û ji xwe re kirine dirûşmeya bingehîn a çalakî û jiyana xwe. Li beramberî rejîma Îranê ku jin û civakê xistiye nava qefesekî ya ji zilmê pêk tê, tenê fikrekî wiha dikare ber xwe bide û guhertinê pêk bîne.

Di nava Serhildanê de Tevlîbûna Xwendekarên Jin: Yek ji taybetmendiya herî girîng a vê serhildanê xurtbûna tevlîbûna jinan e. Di nava vê serhildanê de bandor, pêşengtî û tevlîbûna xwendekaran pir zelal e. Lê di nava xwendekaran de jî jinên xwendekar pêşengtiyê li zanîngeh û dibistanan dikin. 

Avakirina Çand û Hunera Serhildanê: Çalakiyên xwendekaran tenê ji xwepêşandanên li dijî rejîmê pêk nayên. Ji dewlemendî û curbicuriya xwepêşandanên xwendekaran de jî diyar e ku ev serhildan çand û hunera xwe jî bi xwe re ava dike. Ev jî çavkaniya xwe ji dewlemendbûn û pratîkirina fikr û felsefeya wan bixwe digire. Ev fikr û felsefe jî xwe bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” formûle dike. 

Helwest û Piştgiriya Pêkhateyên Komxebatê: Di komxebatê de herî dawî ji bo xwendekarên ku dij-sîstema modernîteya kapîtalîst in, divê xwedî piştgirî û helwestekî çawa bin, hate nîqaşkirin û ev encam derketin:

Ji bo xwendekarên Rojhilat û Îranê ji bo ku tevn û torên piştgiriya xwendekaran bêne avakirin, di nava hewldana de bin. Ji bo vê jî bangawaziya ji bo hemû xwendekarên dij-sîstemî ev bû ku hêza xwe bikin yek û Înîsiyatifekî Piştgiriya Xwendekarên Serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” ava bikin. Herkesên ku azadiya jinê û civakê ji xwe re kirine hedef, dikarin tevlî vê înîsîyatîfê bibin. Ji bo piştgiriyekî enternasyonal ev pêwîst e.

Ji bo xwendekarên ku di serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de ji xwendina xwe hatine dûrxistin, ji bo ku dîsa karibin perwerdehiya xwe berdewam bikin, em pêşniyar û bang li Zanîngeha Rojava dikin ku pêşwaziya xwendekarên Rojhilat û Îranê bike. Em vê biryarê ji du aliyan ve girîng dibînin:

1) Rojava ev derfet dide ku Kurd êdî di nava xwe de piştgiriya neteweyî xurt bikin.
2) Ji bo kesên ji pêkhateyên din jî ev biryar pêwîstiyekî enternasyonel e û li gorî ruh û felsefeya Neteweya Demokratîk jî di nava hemahengiyekî tam de ye.    

Herî dawî em vê komxebatê diyariyê şehîdên Serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' Jîna Amînî û Kiyan Pîr Felek’ê 10 salî dikin."