Cenazeyê şervanê QSD’ê Esaf Mihemed hate veşartin

Şervanê QSD’ê Esaf Mihemed El Mihemed ê ku ji ber krîza dil şehîd bûbû, li Til Hemîsê hate veşartin.

Bi sedan şêniyên Til Hemîs û gundên derdorê beşdarî merasîma veşartina cenazeyê şervanê QSD′ê Esaf Mihemed El Mihemed (Esaf) bûn. Şervanê QSD’ê Esaf El Mihemed di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD’ê Leys Elî axivî û got: "QSD′ê gelek fedakarî kir û wê di oxira rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî de fedakariya xwe bidomîne."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Hemze Mihemed jî diyar kir ku şehîdan bi rêya fedakariyê hezkirina xwe ji welat û gelê xwe re anîne ziman. Mihemed soz da ku ew ê heta pêkanîna serkeftinê li ser şopa şehîdan bin.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.