Akademîsyenên Fransî û DYE'yî piştgirî dan banga Rêber Apo

Damezrînerê kovara Multitudes, endamê Desteya Zanistiyê ya Fransayê UEF û profesorê teqawîtbûyî yê aboriyê Yann Moulier-Boutang û profesora DYE'yê Dona Haraway piştgirî dan banga Rêber Apo ya 'Aştî û Civaka Demokratîk' û biryarên kongreya PKK'ê.

Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê, aborînas ê Fransî, yek ji damezrînerên berê yê tevgera otonom a Parîsê Yann Moulier-Boutang û profesora ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donna Haraway peyamek weşandin.

Peyama Moulier-Boutang bi vî rengî ye:

"Weke entelektûelê Ewropî yên din ez jî têkoşîna aştiyê ya DEM Partiyê bi kêfxweşî pêşwazî dikim. Ev têkoşîn, bi pêşniyara lîderê PKK'ê ya ji bo destberdana ji têkoşîna çekdarî û fesixkirina partiya wî re, ji bo demokratîkbûneke rasteqîn a li Tirkiyeyê û bidestxistina mafên gelê Kurd li ser bingeha welatîbûneke wekhev li vî welatî, firsendeke mezin diafirîne.

Her bûyerek têkildarî Tirkiyeyê, ji bo welatiyekî Ewropî ne cihê xemsariyê ye. Tirkiyeyê di sala 1987'an de ji bo endametiyê serî li Yekîtiya Ewropayê da û di sala 1999'an de bi rengekî fermî weke namzet hate qebûlkirin. Di nava şert û mercên bingehîn ên pêvajoya namzetiyê de demokrasî, dewleta hiqûqê, hurmeta li mafên mirovan û rewşa Kurdan heye. Di navbera salên 2013-2014'an de zexta li ser Kurdan hinekî kêm bû be jî meyla desthilatdariyê ya li ser otorîterbûyînê ev pêvajo berevajî kir.

Li Tirkiyeyê di veguherîna rejîma siyasî de meseleya Kurd diyarker e. Di vir de mesele ne piştgiriya bi PKK'ê yan jî lîderê wê yê girtî ye; banga Ocalan a ji bo destberdana ji têkoşîna çekdarî û fesixkirina rêxistinê, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê weke firsendeke dîrokî dikare bê nirxandin. Ev bang bi 12'ê Gulanê re bêhtir şênber bûye. Di Kanûna 2024'an de bi hilweşîna rejîma Esad re û bi şerê li Ûkraynayê re li Rojhilata Navîn konjonktura navneteweyî jî diguhere. Ev bûyer ji bo Kurdên li Iraq, Sûriye û Îranê nîşaneya destpêka serdemeke nû ye.

Divê em îro razemeniyê li wê alternatîfê bikin ku li Rojhilata Navîn demokrasiyê ava bikin ku hindikahiyan vehewîne. Divê polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya têkildarî Rojhilata Navîn li gorî pîvanên jiyana xwe ya demokratîk be."

Akademîsyena femînîst a ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donna Haraway jî bi vê peyamê piştgirî da pêvajoyê:

"Di pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê de ez piştgiriyê didim gelê Kurd û nûnerên wan. Aştiyeke bi rûmet û rasteqîn êdî weke xeyalekê nayê dîtin. Bi hêvî û piştevaniyê..."