Serokwezîrê Slovakyayê endametiya NATO'yê kir mijara nîqaşê
Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî endametiya NATO'yê bal kişand. Fico got, wê hîn bêhtir guncaw be ku welatê wî bê alî bimîne.
Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico bi daxuyaniyên xwe yên têkildarî endametiya NATO'yê bal kişand. Fico got, wê hîn bêhtir guncaw be ku welatê wî bê alî bimîne.
Fico NATO şiband 'kulûbeke golf'ê û got, ya wê bi milyaran euroyî tevkarî li tifaqê bê kirin ya jî ji endametiyê bê derketin.
Fico lêçûnên parastinê yên ku hatiye plankirin rexne kir û anî ziman ku Slovakya nikare bersivê bide maliyeteke bi vî rengî û divê tevlî ti serpêhatiyeke leşkerî nebe.
Ev daxuyanî beriya civîna bilind a NATO'yê ya 24-25'ê Hezîranê ya li Laheyê hate dayin.
Tê payin ku di civînê de bi daxwaza Serokê DYE'yê Donald Trump, zext li endamên NATO'yê bê kirin ku budçeya ji bo parastinê zêde bikin.
Daxuyaniyên Fico ji aliyê muxalefetê û Serokkomar Peter Pelegrini ve weke 'skandal' hate pênasekirin.
Serokkomar anî ziman ku ev nîqaş wê di nava civakê de 20 rojan dewam bike, lê belê ti encamê bi xwe re nîne, bêalîbûn jî wê berdêla wê ji endametiya NATO'yê hîn girantir be.
Fico di Cotmeha 2023'an de careke din bûbû Serokwezîr, alîkariya leşkerî ya ji bo Ûkraynayê rawestandibû, bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re têkiliyeke nêz danî bû û bi vî rengî ji aliyê Brukselê ve hatibû rexnekirin.