YE, armanc dike ku xwe bi temamî ji hawirdeya xaz û petrola Rûsyayê xilas bike

Komîsyona Ewropayê (YE) ji bo bidawîkirina hawideya enerjiyê ya ji Rûsyayê planeke ku ji çend qonaxan pêk tê eşkere kir. Li gel yasaya nû tê armanckirin ku giradanbûyîna bi xaza Rûsyayê re were bidawîkirin.

Komîsyon pêşniyar dike ku ji 1’ê Çileya 2026’an û pê ve peymamên hawirdeya xazê yên nû werin qedexekirin, heya 17’ê Hezîrana 2026’an  peymanên demkurt yên heyî werin betalkirin û heya dawiya sala 2027’an jî hemû peymanên demdirêj jî bi temamî werin betalkirin. Wê peymanên têkildarî termînalên LNG’ê jî (xaza hatî avîkirin) di destpêka sala 2028’an de werin qedexekirin.

Yasaya nû, li şûna pêkanînên hemû dewletên endam  weke sererastkirineke yasayî ya ku wê bi piraniya dengan were qebûlkirin, hate pêşkêşkirin. Li gel vê yekê tê plankirin ku pêşî li vetoya welatên ku li hemberî ambargoya enerjiyê ya li ser Rûsyayê derdikevin jî were girtin.

Her wiha komîsyon ji dewletên endam dixwaze ku heya 1’ê Adara 2026’an ji bo dabînkirina enerjiyê planên neteweyî pêşkêş bikin. Komîserê Enerjiyê Dan Jorgensen got ku wê tu welat bi pirsgirêka enerjiyê re  rû bi rû neminin û peyama yekîtiya pêvajoya derbasbûnê da.

Her wiha di sala 2021’an de girêdanbûyîna YE’yê ya ji xaza Rûsyayê re ji sedî 45 bû lê belê ev rêje di sala 2024’an de daket ji sedî 19’an. Lê belê di hawirdeya LNG’ê de Rûsya hê jî bi beşeke ku ji sedî 20’an pêk tê weke aktoreke girîng e. Komîsyon, dixwaze welatên endam heya dawiya sala 2027’an hawirdeya berdewam a petrola Rûsyayê jî bi temamî were sekinandin.