Îsraîl: Biryargeha ewlehiya hundirîn a Îranê hate îmhakirin
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Îsraîl Katz ragihand ku balafirên hêzên hewayî ‘biryargeha ewlehiya hundirîn” a Îranê îmha kirine.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Îsraîl Katz ragihand ku balafirên hêzên hewayî ‘biryargeha ewlehiya hundirîn” a Îranê îmha kirine.
Piştî ku hat ragihandin artêş “armancên leşkerî” yên li Tehranê daye, Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê daxuyaniyek da.
Katz di daxuyaniya xwe de wiha got, “Balafirên hêzên hewayî biryargeha ewlehiya hundirîn a rejîma Îranê, baskê sereke ya dîktatoriya Îranê tune kir.”
Katz wiha gef li Îranê xwar: “Li ku derê be bila bibe em ê êrîşên xwe yên li ser sembolên rêveberiyê û rejîma Ayetullah bidomînin.”