ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Qoserê bi sedan kes ji bo çalakgerên greva birçîbûnê hatin cem hev
Li Qoserê ya Mêrdînê bi sedan kes hatin cem hev û tecrîda li er Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û bal kişandin ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê. -
Li Wanê xebatên hilbijartinê didomin, agirê Newrozê hate pêxistin
Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê li navçeyên Rêya Armûşê û Serayê ya Wanê didomin. Li Taxa Kûrûcan a Serayê jî Newroz hate pîroz kirin. -
Li Sîdêkanê derbeke giran li artêşa Tirk: 23 mirî
Gerîlayên HPG'ê çalakiyên hevdem birin ser qada ku artêşa Tirk li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê dagir kirine. -
Ji nobeta Amedê banga Newroz û hilbijartinê
Li Amedê çalakgerê greva birçîbûnê û nobetê, li dijî zextên rejîmê helwest nîşan dan û bang kirin her kes bi giyanê berxwedanê biçe Newrozê û meydanên hilbijartinê. -
Buldan: Em ê Bazid, Agirî û Patnosê bistînin
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li Bazidê di mîtîngê de axivî û got, ''Em ê Bazid, Agirî, Patnosê bistînin.'' -
Newroz li Reutlingen û Liegeyê hate pîrozkirin
Li bajarê Reutlingen ê Elmanyayê agirê Newrozê hate dadan. Li bajarê Liege yê Belçîkayê şevek hate lidarxistin. -
Tûzak: Li dijî komkujiyan me dest bi berxwedanê kir
Kurdistaniyê bi navê Mele Mûstafa Tûzak ê ku 64 roj in li bajarê Duisburg ê Elmanyayê di berxwedana greva birçîbûnê de ye, komkujiya Helebçeyê di salvegera wê de şermezar kir û bang li Kurdistaniyan kir ku di Newrozê de bibin yek. -
Şoreşa Rojava li Mîlanoyê hate nîqaşkirin
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, li ser xweseriya demokratîk û tecrûbeya Rojava panelek hate lidarxistin. -
Li Ewropayê çalakiyên li dijî tecrîdê didomin
Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin. -
KNK: Efrîn Kurdistan e, birîna Efrînê ya tevahiya Kurdistanê ye
"Efrîn Kurdistan e, niha birîndar e. Ev birîn birîna hemî Kurdistanê ye. Dermankirina vê birînê rizgarkirina Efrînê ye. Ev kar û wezîfeyeke me ya neteweyî ye." -
Li Berlînê çalakiya ji bo piştgiriya bi girtiyên şoreşger re
Çalakiya ji bo piştgiriya bi girtiyên şoreşger re, ku her sal bi rengekî kevneşop li Berlînê pêk tê û mirovên ji gelek deverên dinyayê tevlî dibin, îsal li Hermanplatzê pêk hat. -
ROJEVA 17'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Adara 2019'an. -
Kurdên li Qibrisê tevî dostên xwe hatin Strasbourgê
Kurdên li Qibrisê tevî dostê Kurdan helbestvan Despo Pilavaki hatin Strasbourgê û serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin. -
Li Bremenê panela li ser hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê
Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê, li ser hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê panelek hate lidarxistin. Ji namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Çewlikê Hişyar Ozsoy jî tevlî panelê bû. -
Şehîdê Berxwedana Serdemê Navdar li Berlînê hate bîranîn
Şervanê YPG'ê Davût Ozsûlar (Navdar Serhat) li paytexta Elmanya Berlînê hate bîranîn. -
Kurdistanî li gelek bajaran ji bo grevên birçîbûnê daketin qadan
Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî daketin qadan û xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derketin. -
Hamzaoglû serdana Guven kir
Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû serdana Leyla Guven a li dijî tecrîdê 129 roj e di grevê de ye kir. Hamzaoglû anî ziman ku ya li bendê rakirina sûcê mirovahiyê tecrîd e. -
Li Stenbolê agirê Newrozê hate pêxistin
Li Stenbolê agirê Newrozê jinan pêxist. Jinên ku li dora agirê Newrozê yê li nêzî Gazîosmanpaşayê hate pêxistin govend gerandin peyama ‘Navê Newrozê Leyla ye’ dan. -
Olûç: Hilbijartin bûye referandûma demokrasiyê
Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku hilbijartina di 31’ê Adarê de ne hilbijartineke normal e û bal kişand ser vî tiştî ku hilbijartin bûye referandûma demokrasiyê. -
ÎHD: Bila 16’ê Adarê bibe ‘Roja Bibîranîna Qirkirina Kurdan’
ÎHD’ê derbarê Qetlîama Helepçeyê diyar kir ku bila 16’ê Adarê bi navê ‘Roja Bibîranîna Qirkirina Kurdan’ were naskirin. ÎHD’ê diyar kir ku gefên qirkirinê yên li ser Kurdan didome. -
CDK-F: Li dijî tecrîdê banga çalakiyan a bi sîstematîk dikin!
Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) li dijî tecrîdê û hê zêdetir xwedîderketina li çalakvanên grevan bang kir. -
Temellî: 31’ê Adarê em ê tarîtiyê ronî bikin!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî hişyariya ku rewşa çalakvanên grevên birçîbûnê gihiştine asta krîtîk. Temellî got: “31’ê Adarê em ê bi hev re tarîtiyê ronî bikin.” -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Kirlangiçli pirsîn
Dayikên Şemiyê cara 729'an hatin cem hev, li aqûbeta Alî Kirlangiçli pirsîn, ku 7'ê Adara 1993'an hatibû nebedîkirin. -
Serlêdana hevdîtinê ya malbatan dîsan hate redkirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, duh ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Bûrsayê dabûn, serlêdana malbatan dîsan hate redkirin -
DGH’ê li dijî tecrîdê rêze çalakî li dar xist
Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan li metrepolên Tirkiyeyê rêze çalakî li dar xist.