Kurdistanî li gelek bajaran ji bo grevên birçîbûnê daketin qadan

Li gelek bajarên Ewropayê Kurdistanî daketin qadan û xwedî li berxwedana grevên birçîbûnê derketin.

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê meşek pêk hat. Meş ji aliyê sendîka û partiyên çep ên Elman ve hate lidarxistin. Kurdistanî li Kraftplatzê ya Ludwigshafenê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Es lebe Ocalan", "Es lebe Leyla" meşiyan. Di çalakiyê de li ser grevên birçîbûnê gelek belavok hatin belavkirin.

STUTTGART

Kurdistaniyên ku bi heman armancê li Lautenschlangerstr a bajarê Stuttgartê li hev civiyan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bibe dengê Leyla Guven", "CPT bêdeng nemîne" meşiyan. Bi sedan Kurdistanî tevlî meşê bûn û koma antî-faşîst a ciwanên çep ên Elman jî beşdarî çalakiyê bû.

FRANKFURT

Meşeke din a ji bo xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê li bajarê Frankfurtê pêk hat. Bi sedan Kurdistaniyên li bajarên Frankfurt, Hanau, Offenbach, Darmstadt, Giessen, Mainzê li Gara Trenê ya Frankfurtê li hev civiyan. Çalakger bi wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê ya Strasbourgê meşiyan. Piştre mîtîngek hate lidarxistin û ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê bang hate kirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê çalakiyek hate lidarxistin. Kurdistanî li Landwehrplatzê li hev civiyan û bi posterên Ocalan û pankartên ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê meşiyan. Piştre li ber Europa Galeriyê mîtîngek pêk hat û hate xwestin, daxwazên berxwedêrên greva birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cih werin anîn.

CANNES

Kurdên li bajarê Cannesê yê Fransayê li dijî tecrîdê meşiyan û piştgirî dan berxwedêrên greva birçîbûnê. Di çalakiyê de qurbaniyên komkujiya Helebçeyê hatin bîranîn.

LINZ

Li bajarê Linz ê Awûstûryayê bi banga saziyên demokratîk meşek hate lidarxistin. Meş ji Parka Schillerê dest pê kir û heta meydana navendî ya Linzê dewam kir. Di çalakiyê de qurbaniyên komkujiya Helebçeyê hatin bîranîn.