Li Qoserê bi sedan kes ji bo çalakgerên greva birçîbûnê hatin cem hev

Li Qoserê ya Mêrdînê bi sedan kes hatin cem hev û tecrîda li er Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û bal kişandin ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê.

Bi sedan welatî li ser banga Meclisa Dayikên Aştiyê li Qoserê kom bûn, piştgirî dan bi hezaran çalakgerên greva birçîbûnê yên li zindan û derve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine grevê. 
  
BI SEDAN KES LI QADA AZADIYÊ KOM BÛN 
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî bi sedan kes li Qada Azadiyê kom bûn û piştgirî dan çalakgerên di greva birçîbûnê de. Bi sedan kesên di pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê de li Parka Azadiyê kom bûn, bang li rayedaran kir û xwest gavan bavêjin. Di nava girsê de Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Qoserê Salih Kuday û Nilufer Elik Yilmaz  jî amade bûn. Rêveberên HDP û DBP'ê yên Mêrdîn û Qoserê jî piştgirî dan çalakiyê. 
 
Prz. Kenan Angay, bang li hikûmetê kir û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 2011'an û vir ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji 5'ê Nîsana 2015’an ve nikare bi heyeta Îmraliyê re hevdîtin bike. Ocalan nêzî 3 salan e nikare bi malbata xwe re hevdîtin bike. Li hemû girtîgehên Tirkiye nêzî 5 hesar girtî li dijî tecrîda li Îmraliyê di grevê de ne û rewşa gelekan krîtîk e.  Her girtî xwedi maf e ku bi parêzerê xwe re bi rêk û pêk hevditin bike. Lê Birêz Abdullah Ocalan ji 2011'an ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Daxwazên girtiyan hiqûqî û zagonî ne. Ev daxwaz, daxwazên Qanûna Bingehin a Tirkiye ye. Li gorî pîvanên sincî yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropa divê parêzer  û malbat karibe bi girtiyan re hevdîtin bike. Ev daxwaz daxwazên rast û hiqûqî ne." 
 
TURK: DIVÊ HER KES BI DENGÊ BILIND BERTEKÊN XWE NÎŞAN BIDE
 
Siyasetmedar û Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdîne yê HDP'ê Ahmet Turk jî anî ziman ku daxwazên girtiyan divê pêk bê û wiha got: "Ji bo daxwazên girtiyan pêk bê rolek mezin dikeve ser civak û raya giştî. Hemû kesên ku dibêjin ez xwedi wîcdan û demokrat im, divê her yek gavekê bavêje. Mafê jiyanê pîroz e. Divê bêyî mirov jiyana xwe ji dest bide vî mafê wan biparêze. Divê her kes bertekên xwe yên demokratîk pêk bîne. Li Tirkiye yên mafên parastina jiyanê tinin ziman ger ku bi dengê bilind daxwazên xwe bînin ziman ev pirsgikêk dê çareser bibe. 
 
DAYIKA AŞTIYÊ ONCU: ÊDÎ BES E
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hevlet Oncu jî anî ziman ku wekî dayikan aştiyê dixwazin û wiha got: "Em dixwazin demek beriya demekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em naxwazin mirov jiyana xwe ji dest bidin. Em naxwazin dilê dayikan bişewite. Em aştiyê dixwazin. Êdî bes e. Tecridkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe, wê rêya aştiyê veke."