Korkmaz: Rojava ji bo Rojhilata Navîn model e

Pisporê têkîliyên navneteweyî Dr. Toros Korkmaz bal kişand ser hesasiyeta rewşa li Îranê û destnîşan kir ku Kurd divê polîtîkayeke berfireh bişopînin, Rojava ji bo tevahî Rojhilata Navîn modelek baş e.

TOROS KORKMAZ

Ji akademîsyenên Zanîngeha Zurîhê û pisporê têkiliyên navneteweyî Dr. Toros Korkmaz ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku Îsraîlê bi operasyonên Hamas û Hîzbûllahê nifûsa Îranê ya li herêmê paş xistiye û li Sûriyeyê bi hilweşîna rejîma Esad re rewşeke nû ava kiriye. Dr. Korkmaz diyar kir ku roja destpêkê Îsraîlê fermandarên payebilind ên Îranê kuşt û zirareke cidî da tesîsên nukleerê, vê yekê dewleta Îranê lewaz nîşan da û got, “Lê belê tevî vê yekê jî Îranê di şeva heman rojê de bi êrîşên hewayî, dron û fuzeyan bersiva Îsraîlê da. Heya niha di van êrîşan de, li Îsraîlê sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”

REFLEKSA NETEWPERESTIYA FARS

Dr. Korkmaz îdîa kir ku ji bo vê rewşê mîna li Sûriyeyê hilweşîneke demkurt ne mijara gotinê ye û wiha got: “Her çendî ku li dijî rejîma Îranê di beşekî girîng ê civakê de dijberî hebe jî, dema welêt di bin êrîşên derve de refleksên netewperest dikevin dewrê. Nifûsa Farsê ya ku piraniya gelê Îranê pêk tîne, li dijî gefeke derve ji serhildaneke topyekûn a li hemberî rejîmê dûr disekine. Her wiha di demeke ku rejîma heyî bi temamî nehilweşiya de, komên etnîk ên li welêt rasterast bi Îsraîlê re di heman eniyê de, dibe ku rû bi rûyê rewşeke pir zor bimînin.”

JI BO KURDAN ZIMAN Û SIYASETA HEVSENG

Dr. Korkmaz diyar kir ku bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîna lêgerîna maf di vê pêvajoyê de ji perdeyeke hîn bilindtir û bi rengekî rêxistinkirî, tê vegotin û ev tişt bilêv kir: “Di vê nuqteyê de daxuyaniya PJAK’ê, weke siyasî tabloyeke nerênî çênake. Ji bo Kurdan pêvajo pir tevlîhev û hesas e. Di vê dema ku rejîm lewaz ketî û tam nehilweşiya de, yekser bûyîna alîgirê Îsraîlê dibe ku bibe sedemê encamên nerênî. Lewma di vê demê de tevgerên Kurd divê ziman û siyaseteke hevseng pêş bixin.”

BANDORA LI TIRKIYEYÊ

Dr. Korkmaz got, Tirkiye li Îranê di nava ti rol yan jî operasyonan de cih nagire û destnîşan kir ku heya rejîm hilneweşe, wê siyaseta li bendê bimîne û bibîne bişopîne. Dr. Korkmaz got, “Dema rejîm hilweşiya, Azeriyên li herêmê bi hevkariya Azerbaycanê dibe polîtîkaya mudaxileya leşkerî bişopînin. Li Îranê avakirina valatiya otorîteya siyasî, wê daxwazên xweseriyê yên Kurdên li herêmê zêde bikin, lewma dibe ku Tirkiye biryar bide ku pêvajoya aştiyê bi lez bixe.”

Dr. Toros Korkmaz diyar kir ku eger di vê pêvajoyê de Îran nehilweşe, dibe ku otorîteya xwe ya navendî hîn xurttir bike û got, “Polîtîkayên ji bo azadiya jinê, wê di komên gelên Kurd, Tirk, Ereb û Azerî de bersiveke cidî bibîne. Têkildarî vê yekê Rojava ji bo tevahiya erdnîgariya Rojhilata Navîn, rol modelek baş e.”