Li Wanê xebatên hilbijartinê didomin, agirê Newrozê hate pêxistin

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê li navçeyên Rêya Armûşê û Serayê ya Wanê didomin. Li Taxa Kûrûcan a Serayê jî Newroz hate pîroz kirin.

Li Wanê xebatên HDP’ê yên hilbijartinê bê navber didomin. Namzetên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gund, tax û malan dikin û îro jî bi gel re civiyan.

Namzeta HDP’ê yê Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe, namzetên hevşaredariya Rêya Armûşê Şehzade Kûrt û Azîm Yacan li Taxa Erçek a navçeya Armûşê bi gel re civiya. Gel bi dihol û zirneyê HDP’yî pêşwazî kirin û piştre govend gerandin.

Bedîa Ozgokçe axivî û got; “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 130’î de ye. Divê her kes deng bide dengê Leyla yê. Çawa ku gelê me di paşerojê de ev zext û tecrîd şikand ew ê di vê pêvajoyê de jî bişkîne. Divê her kes deng bide dengê çalakiya Leyla Guven.”

Namzeta hevşaredariya Rêya Armûşê Şehzade Kûrt jî axivî û di mijara grevên birçîbûnê de banga bihestiyariyê li raya giştî kir.

Herî dawî namzetê hevşaredariya Rêya Armûşê Azîm Yacan jî balkişand ser grevên birçîbûnê, banga bihestiyarbûnê û xwedîderketina li îradeya xwe kir.
SERAY

Li navçeya Seray a Wanê jî agirê destpêkê yê Newrozê hate pêxistin. Di çarçoveya xebatên hilbiajrtinê de namzetên hevşaredariyê Caziye Dûman û Şahabettîn Bîlmez çûn Taxa Kûrûcan û beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Destpêkê agirê Newrozê hate pêxistin û govend hate gerandin. Piştre Dûman û Bîlmez axivîn û gotin rojên aşitî û azadiyê nêz in.

ŞAX
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci û heyeta pêre li navçeya Şax a Wanê bi gel re civiya û li navçeyê bi coşeke mezin ahte pêşwazî kirin.

Hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak, hevserokê HDP’ê yê navçeya Şaxê Tayyîp Belka, namzetên hevşaredariya Şaxê Esra Babûr, Mûrat Bozdemîr û rêveberên partiyê yên navçeyê li gel Mûstafa Avci bûn.

Hevseroka HDP’ê ya bajêr Yadîşen Karabûlak û Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûsafa Avci li burya hilbijartinê ya navenda navçeyê bi gel re civiyan.

Karabûlak û Avci piştre li taxên Kutîs û Berxo yên Şaxê bi gel re civiyan.