Dayikên Şemiyê cara 1056’an li Qada Galatasarayê ne
Dayikên Şemiyê di hefteya 1056’an a çalakiya xwe de aqûbeta Mustafa Saygi pirsîn ku beriya 31 salan hate binçavkirin û piştre hate windakirin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 1056’an a çalakiya xwe de aqûbeta Mustafa Saygi pirsîn ku beriya 31 salan hate binçavkirin û piştre hate windakirin.
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku her hefte li Qada Galatasarayê li hev kom dibin û aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin bipirsin hatin gel hev. Ji bo kiryar bên darizandin çalakiya xwe ya 1056'emîn li dar xistin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn, qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên di dema binçavkirinê de hatin windakirin hildan.
Dayikên Şemiyê, di vê hefteyê de aqûbeta Mûstafa Saygi yê ku 31 sal berê li navçeya Pirsûs a Rihayê piştî girtina bin çavan de hatibû windakirin, pirsîn.
Sekereterê Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Jiyan Kaya çîroka Saygî xwend û bi bîr xist ku Saygi 3’yê Hezîrana 1994’an dema 30 salî hate windakirin û got, binçavkirina wî tê înkarkirin.
Jiyan Kaya, destnîşan kir ku hemû hewldanên malbatê bêencam man û got, "Di Kanûna 2009’an de, motorsîkleteke rizî û parçeyên hestiyan li mezraya Akdogan a gundê Bîlgîn ê li Pirsûsê ji aliyê defînegeran ve hate dîtin. Ev hestî radestî dozgeriyê hatin kirin. Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê îdia kir ku hestî yên ajalan in. Ji ber vê sedemê, dozgeriyê di 7’ê Nîsana 2010’an de biryara “hewcedarî bi lêpirsînê nehatiye dîtin” da. Malbatê, ku nekarî ji çareseriyên hiqûqî yên navxweyî encam bigire, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Di sala 2015’an de, DMME’yê biryar da ku Tirkiyeyê xala 2’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ku mafê jiyanê rêk dixe, îhlal kiriye."
Çalakî, bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê ve bi dawî bû.