Ji nobeta Amedê banga Newroz û hilbijartinê

Li Amedê çalakgerê greva birçîbûnê û nobetê, li dijî zextên rejîmê helwest nîşan dan û bang kirin her kes bi giyanê berxwedanê biçe Newrozê û meydanên hilbijartinê.

Parlementerên HDP'ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç, li Amedê li Avahiya Bajêr a Amedê ya HDP'ê, di roja 2'yan de nobeta xwe didomînin. Ji çalakvanên greva birçîbûnê Tayîp Temel û Endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Kudret Eryilmaz daxuyaniyek dan çapemeniyê dan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz wiha got:

''Ev berxwadana bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir li hemû girtîgeha û dinyayê belav bû. Em vê berxwedanê silav dikin, înşala wê bigihêje encamê û bi ser bikeve. Ez dayika girtiya me. Em bang li hikûmetê dikin û dibêjin "êdî bes e vê zilmê bi dawî bikin". Em bang li wezîrê dadê dikin da ku ew tecrîd li ser serokê me bê rakirin. Me van zarokan xwedî nekir da ku zarokê me di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. 

Ez bang li Emîne Erdogan dikim. Emîne tu jî dayik î. Tu zarokê xwe nebînî tu yê çi bikî? Tu çima halên me dayikan nabînî? Rewşa zarokên me ne baş e, em naxwazin li girtîgehan kes şehîd bibe. Rebê min, tu kezeba dayikan neêşînî. Em li pey zarokên xwe ne û bi îzna Xwedê em ê bi ser bikevin. 

Em soz didin wê ev berxwedan bi ser bikeve.''

Tayip Temel jî wiha axivî:

''Me dengê dayikê bihîst. Em jî li ser navê çalakvanên Amedê hemû berxwedêrên zindanan, yên Ewropayê, dîlên azadiyê ji dil û can, bi baweriya serkeftinê û bi rihê Newrozê silav dikin. Dayikên me 2 roj e ji bo ku encamek xirab dernekeve holê li vir rûdinên. Em li vir dîsa di hîzura dayikan de soz didin ku wê ev berxwedan bigihîje encamê. Ev berxwedana ku bi tevlîbûna bi hezaran didome bû destaneke berxwedanê. Em sozê li ber dayikan didin ku ev berxwedan wê bi ser bikeve û dê tecrîda li ser birêz Ocalan û hemû civakê bişikê. Dê dengê birêz Ocalan bigihêje hemû civakê. 

Îro 17’ê Gulenê ye duh salvegera komkujiya Helepçe bû. 3 roj şûn de Newroz e. Em bang li hemû civakê dikin ku bi rihê Newrozê li berxwedana zindanan xwedî derkevin. Guh bidin dengê dayikan. Ev berxwedan meşrû û rewa ye. Em dubare bang dikin. Ew bi hemû hêza xwe bi ser me de jî bên, bi darê zorê bi ser avahiyên me de bigirin jî, me dît ku tirsa dixwazin biafirînin têk çûye. Ji ber ku ev gel evîndarê azadiyê ye. Azadî bi tirs û xofê bi ser nakeve. Em jî van hevalên ku hatine vir û dayikan silav dikin û spas dikin. Ev berxwedana ku li Amedê dest pê kiriya divê li hemû meydanên hilbijartinê û Newrozê belav bibe. Em bi hestên şoreşger ya zindanan hemû gelê xwe silav dikin dayikên ku hatine vê derê bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin.''