Şoreşa Rojava li Mîlanoyê hate nîqaşkirin

Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê, li ser xweseriya demokratîk û tecrûbeya Rojava panelek hate lidarxistin.

Panel ji aliyê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê, weşanxaneya pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Punto Rosso, Komeleya Civaka Rêveberiya Xwecihî, Font idi Pace, Komeleya Piştgiriya bi Jinên Efgan re û Komeleya Piştevaniya Jinên Kurd ve hate organîzekirin.

Parlamentera berê ya HDP'ê Nûrsel Aydogan jî tevlî panelê bû. Di destpêkê de nûnerê Punto Rosso Roberto Mapelli axivî. Mapelli bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, "Ramangerê Konfederalîzma Demokratîk felsefevan-civaknas Birêz Ocalan li girava Îmraliyê tecrîdkirî ye. Sedema bingehîn a vê tecrîdê Konfederalîzma Demokratîk de ku fikrê Ocalan e. Birêz Ocalan mîna teorîsyenên din tenê teorî neafirand, bi afirandina Şoreşa Rojava re her wiha xist nava pratîkê. Ji ber vê yekê hêzên serdest ên kapîtalîst ji Ocalan û nêrînên Ocalan ditirsin, lewma tecrîdeke giran ferz dikin."

Nûrsel Aydogan piştî Mapelli axivî û anî ziman, yekemîn cihê ku projeya Rojava lê hate bicihanîna Bakurê Kurdistanê ye û got, "Paradîgmaya Birêz Ocalan destpêkê li Bakurê Kurdistanê bi birêxistinkirina gel kete meriyetê. Bi taybetî li hemberî berxwedana fedakar a jin û ciwanên Kurd, rejîma Erdogan bi zext, tundî û polîtîkayên komkujiyê hewl da pêşî li paradîgmaya Birêz Ocalan bigire. Lê belê gelê Kurd rê neda van zextan û niha jî bi pêşengiya Leyla Guven bi hezaran mirov hewl didin her roj dengê xwe bilind bikin."

Aydogan bal kişand ser girîngiya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê û ji raya giştî ya Ewropayê xwest ku hilbijartinê ji nêz ve bişopîne.

Piştî axaftinan, dokûmantera li ser Rojava ya ji aliyê Qenala Dewletê ya Îtalya ve hatiye amadekirin hate nîşandan.