ROJEVA 17'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Adara 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Adara 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Mîtîng û çalakiyên HDP'ê yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî ku bi Leyla Guven re ye got, "Leyla germahiya ax, hewa û avê ye. Wê bi berxwedana xwe re biharê bîne."
- Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, dewlet dixwaze bi rêya tecrîdê serî li gelê Kurd bitewîne û got, "Li her derê rojeva sereke tecrîd e. Daxwaza berxwedêran daxwaza gel e."
- Ramazan Bozan dema ku li kampa Etrûşê bû sala 1995'an tevî komekê çû qada Rêbertî. Piştî ku 6 mehan li wir ma vegeriya Etrîşê. Bozan qala rê û rêbazên Ocalan ên ji bo qezençkirina mirovan kir.