CDK-F: Li dijî tecrîdê banga çalakiyan a bi sîstematîk dikin!

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) li dijî tecrîdê û hê zêdetir xwedîderketina li çalakvanên grevan bang kir.

Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK) Vedat Bîngol daxuyaniyek da û got: “Ji bo şikandina tecrîda sîstematîk banga çalakiyan a sîstematîk dikin.”

Bîngol bang li Kurdên li Fransayê kir, anî ziman ku divê hê zêdetir xwedî li berxwedana bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven bê derketin.

‘DIVÊ LI EWROPA BIBIN DENGÊN WAN’

Bîngol got: “Ji bo şikandina tecrîd, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê li gel berxwedana hevrê Leyla Guven dayî destpêkirin, divê em li Ewropa bidin deng û nefesên wan.”

Bîngol bal kişand divê daxwaza şikandina tecrîdê hê zêdetir ji bo raya giştî ya Ewropa, parlementoyan, Konseya Ewropa û CPT’ê bê bihîstin û ev tişt got:

“Li gelemperiya Ewropayê plansaziyên KCKD-E’yê hene. Em jî CDK-F li Fransayê vê pêk bînin. Her roja Şemiyê bi Tevgera Jinên Kurd ên Fransa (TJK-F) di nava çalakiyan de ne. Dîsa her roja Çarşemê hevrêyên me yên jin, her roja Şemî û Yekşemê jî hevrêyên me yên ciwan em CDK-F jî her roja Duşem, Sêşem û Çarşemê bi heman saetan li her herêmê di navça çalakiyan de ne û ji niha û şûnde jî em ê bidomînin.

BANG

Divê gelê me yên li Ewropa li her herêmê, her qadê hê zêdetir xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derbikevin. Ji bo vê bang li hemû Kurdan û dostên xwe yên li Fransa dikin ku bi pêşengtiya saziyên me hê zêdetir tevlî çalakiyên tên lidarxistin bibin.”

Bîngol got: “Em çalakiyên xwe hê zêdetir sîstematîk dikin û belav dikin. Banga tevlîbûnê li çalakiyên li gel TJK-F ya her roja Şemiyê li Qada Repûblîqûe ya Parîsê tê lidarxistin bibin.”