HEVPEYVÎN

Abbas Valî: Girîng e Kurdên li Îranê hêzeke leşkerî ya hevpar ava bikin!

Prof. Dr. Valî, diyar kir ku şerê Îsraîl- Îran yek ji planên DYE’yê ne û got, hevgirtina hêzên Kurd ên Rojhilat û avakirina hêzeke leşkerî ya hevbeş girîng e.

Şerê veşartî yê di navbera Îsraîl û Îranê de, ku bi salan e berdewam dike, niha veguheriye êrîşên hewayî yên rasterast. Her çend hevsengiyên li herêmê piştî êrîşên Hamasê yên li ser Îsraîlê di 7’ê Cotmeha 2023’yan de bi lez diguherin jî, sûîkast û êrîşên hewayî yên ku ji hêla Îsraîlê ve li ser axa Îranê hatine kirin nîşan didin ku pevçûn ji şerên wekaletê yên asayî derketiye.

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Abbas Valî, geşedanên heyî nirxand û diyar kir ku Îsraîl hem ji bo parastina berjewendiyên xwe û hem jî wekî hêzek wekaletê ji bo Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li herêmê tevdigere. Valî, destnîşan kir ku du armancên sereke yên vî şerî hene û got, “Yek neçarkirina Îranê ku çalakiyên xwe yên nukleerî û bernameya xwe ya fuzeyî bi dawî bike, an jî guhertina rejîmê ji hundir ve pêk bîne.”

Valî, diyar kir ku Îranê, tevî ku di rojên destpêkê de windahiyên giran daye jî, berxwedan nîşan da û şerekî fuzeyî yê bi bandor li dijî Îsraîlê da destpêkirin û got, “Vê rewşê zexta li ser Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu zêde kiriye û aliyê siyasî yê şer kûrtir kiriye.”

Valî, behsa destwerdana muhtemel a Emerîkayê kir û got ku îhtîmala operasyoneke rasterast a bejayî kêm e, lê êrîşên hewayî yên li dijî binesaziya nukleerî ya Îranê dikarin di rojevê de bin.

Valî, destnîşan kir ku rêveberiya Trump dikare hewl bide ku qelsiya xwe ya di siyaseta navxweyî de bi serkeftinek di vî şerî de telafî bike.

Valî, ji bo Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ku herî zêde ji vî şerî bibandor dibin jî nirxandin kir û diyar kir ku guhertineke rejîmê ya muhtemel dikare ji bo Kurdan derfetekê biafirîne. Valî, da xuyakirin ku divê partiyên siyasî yên Kurd li dora bernameyek û avahiyeke leşkerî ya yekgirtî werin cem hev. Valî, da zanîn ku ev amadekarî hem ji bo ku piştî guhertina rejîmê di rêveberiyê de xwedî gotin bin û hem jî ji bo ku bikaribin li hember pêlên zextê yên muhtemel bisekinin, xwedî girîngiyeke krîtîk in.

Valî, diyar kir ku divê Kurd hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û gotareke demokratîk û neteweyî biafirînin. Valî di dawiyê de got Kurd bi saya vê avahiya yekgirtî, dikarin bibin yek ji aktorên bihêz ên serdema nû li Îranê.