Şehîdê Berxwedana Serdemê Navdar li Berlînê hate bîranîn

Şervanê YPG'ê Davût Ozsûlar (Navdar Serhat) li paytexta Elmanya Berlînê hate bîranîn.

Şervanê YPG'ê Davût Ozsûlar (Navdar Serhat) ku par li Efrînê di Berxwedana Serdemê de şehîd bû, li paytexta Elmanya Berlînê ji aliyê Ciwanên Şoreşger-Ciwanên Şoreşger-JIN ve hate bîranîn.

Tevî dayik, bav, xwişk-birayên Ozsûlar bi sedan Kurdistanî tevlî civîna bîranînê bûn.

Civîn li NAV-DEM'ê pêk hat û destpêkê Hevserokê NAV-DEM'ê yê Berlînê Yeko Ardil axivî. Ardil bal kişand ser berxwedêrên greva birçîbûnê û di şexsê Leyla Guven de berxwedêr hemû silav kir. Ardil bi bîr xist ku Navdar ji Ewropayê berê xwe daye çiyayên Kurdistanê û tevlî refên têkoşînê bûye. Ardil diyar kir, wê hewl bidin bibin welatparêzên ku hêjayî Navdaran.

Piştre bi navê malbatê Dayê Goze axivî. Goze got, "Dinya tev zane ku Kurd gelekî mezlûm e û têkoşîneke rewa dimeşîne." Goze banga yekîtiyê li Kurdan kir.

Bavê Ozsûlar Îbrahîm Ozsûlar jî welatparêz hemû silav kir û got, "Zarokên me baş zanin ku diçin ku derê û ji bo çi diçin. Wezîfeya me ye ku em xwedî li mîrateya wan derkevin. Navdar şehîdê Kurdistanê ye, gelê Kurd e, Rêber Apo ye."

Di civîna bîranînê de straneke ku şehîd Navdar bi xwe got hate nîşandan û piştre li ser jiyana wî sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.

Piştre xwişka wî Azê Navdar axivî.

Di dawiya civîna bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.