Li Ewropayê çalakiyên li dijî tecrîdê didomin

Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin.

Kurdistaniyên li bajarê Gottingen ê Elmanyayê tevî dostên xwe meşiyan. Meşa ku ji meydana Gaenselieseyê dest pê kir bi beşdariya bi sedan kesî pêk hat. Di meşê de gelek belavok hatin belavkirin û komên çep ên Elman jî tevlî bûn. Çalakî li ber avahiya şaredariya bajêr bi dawî bû.

KOPENHAGEN

Ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiyeke din a protestoyî li Kopenhagenê pêk hat. Di çalakiyê de qurbaniyên komkujiya Helebçeyê hatin bîranîn. Kurdistanî tevî dostên xwe li meydana Vesterbros Torvê li hev civiyan û heta meydana şaredariyê domiya. Kurdistaniyan û dostên wan çalakî bi çalakiya li dijî qirkirin û neteweperestiyê kirin yek. Parlamenter Ulla Sandberg û ji Partiya Yekîtiya Sor-Zer Îbrahîm Bellî li qada çalakiyê axivîn û bal kişandin ser rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê bi wesîleya 'Roja Piştgiriya bi Girtiyên Siyasî yên li Dinyayê' meşek hate lidarxistin. Meşê ji ber stradyûma tîma St. Pauli dest pê kir û nêzî hezar kes tevlî bûn. Di meşê de tim û tim dirûşma "Girtiyên siyası rûmeta me ne" hate qîrîn û li ber girtîgeha Damtor çalakî bi dawî bû.