Dayikên Şemiyê li aqûbeta Alî Kirlangiçli pirsîn

Dayikên Şemiyê cara 729'an hatin cem hev, li aqûbeta Alî Kirlangiçli pirsîn, ku 7'ê Adara 1993'an hatibû nebedîkirin.

Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 729’emîn de aqûbeta Alî Kirlangiçli pirsîn, Kirlangiçli 1993’yan dema destgîkirîbû hate nebedîkirin. Birayê Alî Kirlangiçli Îsmalîl Kirlangiçli di nameya ji çalakiyê re şandibû de got: “Ligel ku 26 sal derbas bûn jî, hîna jî em hêvî dikin ku Alî sax be.”
 
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 729’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar bixin. Lê polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kirin. Li ser astengkirina polîsan Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Stenbolê çalakiya xwe li dar xistin. Weke her hefteyê polîsan vê hefteyê jî, derdora çalakiya Dayikan dorpêç kirin.
 
Dayikên Şemiyê tîşortên ku wêneyên windayan li ser bûn, li xwe kirin û wêneyên windayan û qurnefilan xistin destê xwe. Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy, Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Dayikan, di çalakiya vê heftê de aqûbeta Alî Kirlangiçli yê di 7’ê Adara 1993’yan de hat binçavkirin û çarek din agahî jê nehat girtin pirsîn û ji bo wî edalet xwestin.
 
Piştî xwendina serpêhatiya Alî Kirlangiçlî, nameya birayê Kirlangiçlî Îsmaîl Kirlangiçli ya ji çalakiyê re şandibû hat xwendin. Name ji aliyê Mehmet Kiliç ve hat xwendin.
 
‘ALÎ KESAYETIYA XWE YA ŞOREŞGER NEMIR BÛ’
 
Di nameyê de ev tişt hatin gotin: “Dema birayê min Alî Kirlingiçli, ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve hate destgîrkirin, weke ku hatiye destgîrkirin, derbasî qeydan nekirin û agahî nedan me. Hemû hewldanên me yên lêpirsînê pûç bûn. Ev 26 sal in, em derbarê rewşa birayê xwe de bi fikar in. Gelo çi li birayê min hat? Ma ez ê kê ji kî bipirsim? Gelo ezê birayê xwe Alî ji kê bipirsim. Deriyekê ku me lê nexist nema. Di ser re 26 sal derbas bûn. Hîna di hûndirê me de, birîna ‘gelo dibe ku Alî saxbe’ zindiye. Birayê min yek ji qehremanên têkoşerên şoreşger ê bê nav bû. Birayê min di dîrokê de wisan cihê xwe girt. Birayê min Alî yê kevireke gora wî jî tuneye, bi  kesayetiya xwe ya şoreşger nemir bû.”