Newroz li Reutlingen û Liegeyê hate pîrozkirin

Li bajarê Reutlingen ê Elmanyayê agirê Newrozê hate dadan. Li bajarê Liege yê Belçîkayê şevek hate lidarxistin.

Li bajarê Reutlingen ê Elmanyayê agirê Newrozê hate dadan. Li bajarê Liege yê Belçîkayê şevek hate lidarxistin.

REUTLINGEN

Li bajarê Reutlingen ê eyaleta Baden-Wurttembergê yê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) şahiya Newrozê li dar xist. Mirovên ji neteweyên cuda bi taybetî Efrîkayî, Rûs, Elman û Yewnan tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.

Hevserokê NCDK a Reutlingenê Mahmût Unver li pîrozbahiyê axivî û diyar kir, gelê Kurd di her Newrozê de hinekî din nêzî serketinê bûye.

Unver qurbaniyên komkujiya Heleçbeyê jî bi bîr anî û got, "Em soz didin ku bi geşkirina agirê Newrozê em ê xwedî li berxwedana wan derkevin."

Di pîrozbahiya Newrozê de koma Efrîkî Safnama derkete ser dikê û hunera xwe ya rîtmên kevneşop ên rojavayê Efrîkayê nîşan da. Piştre koma govendê ya zarokên Kurd a bi navê Zarokên Mezra Botan derkete ser dikê. Her wiha komên dansê yên Rûs û Yewnan jî hunera xwe pêşkêş kirin. Ji hunermendên xwecihî Diyar, Zenar Rojava û Hozan Sîmar stranên xwe gotin. Beşdaran li ber stranên wan govend gerandin.

LIEGE

Newroz li bajarê Liege yê Belçîkayê jî hate pîrozkirin. Pîrozbahî roja Şemiyê pêk hat. Piştî axaftina Hevserokê NAV-BEL'ê Fehmî Çetînkaya, li peyama Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik hate guhdarîkirin. Bayik hem Newroz hem jî rewşa dawî ya siyasî nirxand.

Bayik bal kişand er girîngiya Newrozê û qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bi bîr anî. Bayik tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana grevên birçîbûnê bi bîr xist û işaret bi girîngiya mezinkirina berxwedanê kir.

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş piştre axivî û berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir. Aktaş diyar kir, divê tecrîd bi dawî bibe û got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe divê tecrîdkirina Rêbertî bi dawî bibe."

Di şevê de Dilo Dogan, Nûarîn û Farqîn Azad derketin ser dikê. Hunermendê xwecihî Bişo Bacinî jî bi ribaba xwe hunera xwe pêşkêş kir. Di dawiya pîrozbahiyê de govend hate gerandin û dirûşm hatin qîrîn.