ÎHD: Bila 16’ê Adarê bibe ‘Roja Bibîranîna Qirkirina Kurdan’

ÎHD’ê derbarê Qetlîama Helepçeyê diyar kir ku bila 16’ê Adarê bi navê ‘Roja Bibîranîna Qirkirina Kurdan’ were naskirin. ÎHD’ê diyar kir ku gefên qirkirinê yên li ser Kurdan didome.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi wesîleya Qetlîama Helepçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

 “Divê 16’ê Adarê bibe Roja Bibîranîna Qirkirina Kurdan û bila êrîşên li ser gelê Kurd were naskirin. Di 16’ê Adara 1988’an de êrîş hatin destpêkirin û 3 rojan domiya. Di van êrîşan de li Başûrê Kurdistanê Helepçe bi bombeyên kîmyewî hatin bomberdûmankirin û herî kêm 12 hezar kes hatin qetilkirin.

Hê êşa Helepçeyê kêm nebûbû di Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê li Şengalê li dijî Êzidiyan qirkirinek dan destpêkirin. Gelê Kurd li hemberî van êrîşan xwe parastin lê gefên li ser Kurdan hê jî didome.

Em diyar dikin ku divê 16’ê Adarê bibe Roja Bibîranîna Qirkirina Kurdan û bila êrîşên li ser gelê Kurd were naskirin û Tirkiye vê qirkirinê nas bike.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin ku ji bo şer were sekinandin bila polîtîkayan ava bike.”