Temellî: 31’ê Adarê em ê tarîtiyê ronî bikin!

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî hişyariya ku rewşa çalakvanên grevên birçîbûnê gihiştine asta krîtîk. Temellî got: “31’ê Adarê em ê bi hev re tarîtiyê ronî bikin.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî yê di çarçoveya tûrên hilbijartinê de bernameyeya xwe ya li Herêma Egeyê didomîne. Temellî li navçeya Bûrhaniye ya Balikesîrê bi gel re civiya. Temellî di ketina navçeyê de bi konvoyê hate pêşwazîkirin û gel li cihê konvoy derbas bû silav kirin. Konvoy li navçeyê li cihê vekirina buroyê bi qelebalix hate pêşwazîkirin. Hevberdevka HDK’ê Gulistan Koçyîgît, namzetên hevşaredariya Balikesîrê Yûrdanûr Guven û Alî Kenangolû li gel endamên meclîsa şaredariyê yên HDP’ê tevlî vekirina buroyê bûn. Li vir gel dirûşmên ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ qîr kirin.

KOÇYÎGTÎ LEYLA GUVEN SILAV KIR

Namzetên hevşaredariya Balikesîrê Yûrdanûr Guven û Alî Kenanoglû gel silav kir. Hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç jî xîtabî gel kir. Koçyîgît kesên di qetlîama Helebçeyê de şehîd bibûn bibîr anî. Koçyîgît Hevseroka KCD’ê Leyla Guven silav kir.

TEMELLÎ: REWŞA ÇALAKVANÊN GREVAN KRÎTÎK IN

Temellî şehîdên Qetlîama Helebçeyê bibîr anî û ev tişt got: “ Desthilatê hemû Kurd û kesên deng didin HDP’ê kiriye ‘terorîst’. Bê edaletî û bê hiqûqî li her derê zêde bûye. Birêz Leyla Guven ji bo ev bê edaletî bi dawî bibe ev 129 roj e di grevê de ye. Divê em li vir bibin dengê wê. Rewşa 335 girtiyên li girtîgehan krîtîk e. Em naxwazin tu hevrêyeke me bimire.

 ‘TARÎTIYÊ EM Ê RONÎ BIKIN’

Em ê bi hev re vê tarîtiyê ronî bikin. Em ê bi ser bikevin. Em ê qeyûman ji vir derbixin. HDP’ê ji bo gelên Tirkiyeyê pêşniyarek pêşkêş kir. Ji bo li her derê hêzên demokrasiyê bi ser bikevin, em ê têkoşînê bikin.”

Piştî axaftina Temellî û şûnde buroya hilbijartinê ya HDP’ê hate vekirin. Temellî ji bo tevlî mîtînaga Manîsayê bibe kete ser rê.