ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 21'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Adara 2019'an. -
FEDA: Newroz pîroz be
FEDA: Newroz a di mîtolojiya Kurdan de, berxwedana bi pêşengiya Kawayê Şoreşger destpêkir, serdemek li pey xwe hişt û ronahî da qonaxekî nû, ji bo me Raa Haq bû pîrozbahiyeke nû. -
Girtiyê TKP/ML’ê Yolcu jî kete grevê
Girtiyê TKP/ML’ê Hiyem Yolcû jî tevlî greva birçîbûnê ya bi daxwaza şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî hatibû destpêkirin bû. -
Rewşa Xelîl ê 54 roj in di grevê de ye giran bû
Kurdistaniyê bi navê Şiyar Xelîl ê 54 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li bajarê Nûrenberg ê Elmanyayê ye giran bû. -
Heyeta Çavdêriya Grevên Birçîbûnê lêkolîneke objektîf xwestin
Heyeta Çavdêriya Grevên Birçîbûnê çûn serdana girtiyên li Girtîgeha Maltepeyê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirine. -
Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê ji bo Newrozê bang kir
Platforma Jiyanê ya li Dijî Tecrîdê ya Ewropayê banga tevlêbûna Newrozê kir. -
DKP/Bîrlîkê peyama Newrozê weşand
DKP/Bîrlîkê bi wesîleya Newrozê peyameke pîrozbahiyê weşand û got, “Newroz, îsal herî zêde nêzî çîroka xwe pêk tê.” -
2 kurê wan di grevê de ne: Gazina wan tenê ji bêdengiyê ye
Malbata Şîmşek ku kurekî wan ev 95 û kurekî wan ev 19 roj in di grevê de ne, gotin ew zêdetir nikarin vê bêdengiyê ragirin û gotin hewce bike ew ê jî tevlî greva birçîbûnê bibin û çalakiya greva birçîbûnê bidomînin. -
Mala Êzidiyan: Em piştgiriyê didin berxwedêrên greva birçîbûnê
Mala Êzidiyan a li Sûlingê diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên greva birçîbûnê û bang li saziyên navneteweyî kir ku bila peywira xwe bi cih bînin. -
Li Edeneyê 11 HDP'î hatin destgîrkirin
Polîsên rejîma AKP'ê li Edene û navçeya Seyhanê avêtin ser avahiyên HDP'ê. Hate ragihandin, ku di serdegirtinan de 11 HDP'î hatine destgîrkirin. -
Ji MOP, DÎDF û FCK'ê peyamên Newrozê
Pîrozbahiyên sazî û rêxistinan a cejna Newrozê didome. MOP, DÎDF û FCK'ê jî peyamên Newrozê weşandin û bal kişandin ser berxwedanê. -
Rûniştina doza rojnameger Taşkin hate taloqkirin
Rûniştina doza rojnameger Seda Taşkin hate kirin. Taşkin di rûniştinê de got ku “Ez ê pîşeya xwe bidomînin.” -
NAV-YÊK: Newroz azadiya me ye!
Navenda Yekîtîya Komeleyên Êzîdiyan (NAV-YÊK) bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir û bang kir ku, her kes Newrozê 23.03.2019'an li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê bibin yek deng û li dijî zordar û rûreşa bi agirê azadiyê nû bikin. -
Li Ewropayê jinên sosyalîst li dijî tecrîdê di çalakiyê de ne
Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê li Berlîne dest bi çalakiyên ‘Em tecrîdê rakin, Leyla bidin jiyîn’ dike. -
MKP’ê berxwedana Leyla Guvenê silav kir
Buroya Siyasî ya Komîteya Navendî ya Partiya Maoîst Komunîst (MKP) bi daxuyanyekê berxwedana Leyla Guvenê silav kir. -
Serlêdana parêzerên Ocalan careke din nehate qebûlkirin
Serlêdana cara 799'an a parêzerên Ocalan nehate qebûlkirin. -
KNK'ê ji bo Newrozê peyamek weşand
KNK'ê Newroz pîroz kir û diyar kir, "Bila Newroza 2019'an bibe çepera yekîtî û tifaqa navxweyî û serketinên mezin." -
Berxwedêrên girtî ji Guvenê re name û helbest nivîsîn
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T Hejar 1 a Bandirmayê ji Leyla Guvenê re name û helbest nivîsîn. Girtiyan gotin, “Roja ku tecrîd hat şkandin, Rojê dilê me germ kir û rûyê me ronî kir, tu yê bibî sergovenda me ya azadiyê!” -
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya Edeneyê
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya rêxistina HDP'ê ya Edeneyê. Lêgerîna li nava avahiyê didome. -
Edene û Mersîn ji Newrozê re amade ne
Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Mahsun Erîg û hevseroka HDP’ê ya Mersînê Zelal Onen, bang li gel kirin ku bi giyana serhildan û berxwedanê tevlî pîrozbahiya li her du bajaran bibin. -
Ciwan li Parîsê daketin qadan
Ciwanên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê, li Yekîtiya Mafên Mirovan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin. -
Li Swêdê platforma piştgiriya bi çalakgeran re ava bû
Roja 6'ê Adarê di civîneke Parlamenta Swêdê de "Platforma piştgiriya bi Leyla Guven, grevên birçîbûnê û HDP'ê" hate avakirin û bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re hate ragihandin. -
Heyetek ji xwendekaran serdana çalakgerên li Kasselê kir
Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, komek ji xwendekaran serdana Bagdûr û Kobanê kirin ku 51 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. -
Dolzer piştgirî da berxwedana li girtîgehan
Endamê Meclîsa Eyaleta Hamburgê Martin Dolzer piştgirî da berxwedana grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ji hikumeta Elman a federal xwest, ji bo bidawîkirina tecrîdê bikeve nava liv û tevgerê. -
ROJEVA 20'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Adara 2019'an.