Li Berlînê çalakiya ji bo piştgiriya bi girtiyên şoreşger re

Çalakiya ji bo piştgiriya bi girtiyên şoreşger re, ku her sal bi rengekî kevneşop li Berlînê pêk tê û mirovên ji gelek deverên dinyayê tevlî dibin, îsal li Hermanplatzê pêk hat.

Ji Kurdistan, Fîlîstîn, Îran, Bask, Tirkiye, Katalonya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê gelek kes tevlî çalakiya li Hermanplatzê bûn.

Di mîtînga enternasyonal de ya ji bo piştgiriya girtiyên şoreşger re, pankart û posterên şoreşgerên li Fîlîstîn, Kurdistan, Tirkiye, Katalonya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji aliyê rejîmên dîktator û zordar ve hatine girtin, hatin hildan.

Welatparêzên Kurd pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re - Serî hilde" û pankarta ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê vekirin.

Di mîtîngê de Hevseroka Berlîn NAV-DEM'ê Melek Yûla axivî. Yûla hovîtiya ku dewleta Tirk û rejîma AKP'ê ya faşîst li Kurdistanê dikin bi bîr xist û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Yûla diyar kir, ew piştgiriyê didin doza gelan ên li her devera dinyayê ji bo azadiyê têdikoşin û got, "Li dijî êşkence û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd zêdeyî 4 meh in greva birçîbûnê pêk tê. Em bang li mirovahiyê dikin ku piştgiriyê bidin doza azadiyê ya Kurdistanê û xwedî li daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo û zêdeyî deh hezar girtiyên siyasî derkevin."

Di mîtîngê de ji Mumia Ebu Cemal heta Abamiel Guzman û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî ji hemû girtiyên şoreşger ên li her devera dinyayê hate xwestin.

Di dawiya mîtîngê de sirûdên şoreşgerî hatin xwendin û dirûşm hatin qîrîn.