ROJANE
Di salvegera 11'emîn a berxwedana Şêx Seîd de 27-28'ê Hezîranê li Brukselê konferansek, 29'ê Hezîranê jî li Kolnê mîtîngek tê lidarxistin. Hevserokê KNK'ê bang li her kesî kir ku ji bo xwedîderketina li nirxên neteweyî tevlî mîtînga li Kolnê bibin.
Prof. Dr. Abbas Valî destnîşan kir ku rawestandina têkoşîna çekdarî û danîna çekan heman tişt nîne û got, "Çekdarî, azadiya Rêber Apo jî di nav de bi gavên şênber ên dewleta Tirk dikare bibe."
Dayikên Şemiyê di hefteya 1056’an a çalakiya xwe de aqûbeta Mustafa Saygi pirsîn ku beriya 31 salan hate binçavkirin û piştre hate windakirin.
Prof. Dr. Valî, diyar kir ku şerê Îsraîl- Îran yek ji planên DYE’yê ne û got, hevgirtina hêzên Kurd ên Rojhilat û avakirina hêzeke leşkerî ya hevbeş girîng e.
Pisporê têkîliyên navneteweyî Dr. Toros Korkmaz bal kişand ser hesasiyeta rewşa li Îranê û destnîşan kir ku Kurd divê polîtîkayeke berfireh bişopînin, Rojava ji bo tevahî Rojhilata Navîn modelek baş e.
Hemû Nûçe
-
-
-
Cenazeyê Şehîdê Newrozê Şakar wê 26’ê Adarê bê veşartin
Cenazeyê Ûgûr Şakar ê 20’ê Sibatê li dijî tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên krîmînalîzekirina saziyên Kurdan a ji aliyê dewleta Elman ve xwe şewitandibû, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin vêsibehê şehîd bû, wê 26’ê Adarê li Neûsssê bê veşartin.
-
-
-
Serlêdana malbatan a Îmralî dîsan hate redkirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ku li Îmraliyê ne, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan carek din ji aliyê serdogeriyê ve hate red kirin.
-
-
-
-
-
-
-
Li Hamburgê panela li ser Rojava
Li Hamburgê li ser şoreşa Rojava panelek hate lidarxistin û hate gotin, xewn û xeyalên şoreşgerên dinyayê li Rojava pêk hatine.
-
MKP'ê salvegera 3'an a damezirîna HBDH'ê slav kir
Bûroya Navenda Siyasî ya Partiya Maoîst Komunîst bi daxuyaniyeke nivîskî salvgera 3'yan a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) slav kir û got, ''Têkoşîna me ya yekbûyî di sala 4'an de xwedî wê dînamîkê ye ku dikare bi pêngavên mezin rabe''.
-
Kurkçu: Rejîma AKP'ê têk diçe
Serokê rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir, Tirkiye ji aliyê rejîmeke nemeşrû ve tê birêvebirin û rejîm têk diçe. Kurkçu ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê banga piştgiriyê kir û ji bo hilbijartinên xwecihî jî got, 'hilbijartina çarenûsê'.
-
-
Berxwedana Koçak kete roja 31'ê…
Koçak ê li dijî tecrîdê di berxwedana greva birçîbûnê de, cejna gelê Kurd û hevrêyên xwe yên di grevê de pîroz kir û got, “Em ê bibin şopdarê mîrasa hevrê Zulkuf ji me re hiştî û armancên wî pêk bînin.”
-
-
-
-
-
Erol Aydemîr dest bi greva birçîbûnê kir
Erol Aydemîr ê li bajarê Caglîarî yê Girava Sardenya ya Îtalyayê ragihand, bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê dike.
-
-
-
Dr. Ernstbrunner serdana Agaoglû û Yîgît kir
Dr. Hagen Ernstbrunner serdana berxwedêrên greva birçîbûnê Şivan Agaoglû û Sûltan Yîgît ên li Viyanayê kir û got, wê ji niha û pê ve her du çalakgeran bi rêk û pêk kontrol bike.