Hamzaoglû serdana Guven kir

Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû serdana Leyla Guven a li dijî tecrîdê 129 roj e di grevê de ye kir. Hamzaoglû anî ziman ku ya li bendê rakirina sûcê mirovahiyê tecrîd e.

Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû serdana Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 129 roj e di grevê de ye kir. Li gel Hamzaoglû juriyên ‘Xelatên Aştî, Biratî û Demokrasiyê’ ya  ji nûnerên Baroya Amed, Sendîkaya Kedkarên Perwerdehî û  Zanistê (Egtîm Sen), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û civakî (SES), Şaxên Amedê, Odeya Tabîbên Amedê (DOD), Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) TMMOB û Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) pêk tê cih girtin.

Onûr Hamzoglû û hevjîna wî Ozlem Ozkan Hamzaoglû derbasî odyeya ku Guven lê bû demekê sobhet kirin. Koma ku ji serdanê vegeriyan li pêşiya avahiya Guven lê daxuyanî da. Hamzaoglû xemgîniya xwe ya ji serdana Guven anî ziman û diyar kir ku tecrîd sûcekî yê mirovahiyê ye û got: “Divê tecrîd a sûcê mirovahiyê ye bê rakirin.”

Hamzaoglû bibîr xist tevî ev serdan rewşeke xemgîn jî pêk tîne, heman demê hêviyê jî bi xwe re tîne.Hêviya me ew e ku daxwazên Guven bên bicihanîn.