Buldan: Em ê Bazid, Agirî û Patnosê bistînin

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li Bazidê di mîtîngê de  axivî û got, ''Em ê Bazid, Agirî, Patnosê bistînin.''

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan bi çarçoweya xebatên hilbijartinê li mîtînga Bazidê ya Agirî axivî. Buldan got ew dibînin ku gelê Bazidê, weke  Gever, Colemêrg, Silopya, Şirnex û Wanê biryara xwe daye û bi bê semaxî li benda 31'ê Adarê ye û wê dastaneke mezin binivisînin.

'ERDOGAN JI BO ÇEND DENGAN DÎMENÊN KOMKUJIYÊ YA ZELANDAYÊ NÎŞAN DIDE'

Buldan bal kişande ser deriyê sînor ê  li Agiriyê, got derî bûye deriyê AKP'yiyan û got, ''Di rewşeke wiha de ku gelê Bazidê birçî û hejar e, ew derî tenê di xizmeta AKP'ê û alîgirê wê de ne. Tayyîb beg bila li meydanên Bazidê binere, bila gelê me yê ku nikare nan bibe mala xwe bibîne.''

Buldan bi bîr xist ku Erdogan dîmenên komkujiya li Zelendayê par ve kiriye û got, ''Ji bo ku çend dengan bistînin vê dikin, şerme e, fihêt e, guneh e.''

BAZID NE HEWCEYÎ AKP'Ê Û NE MEHKÛMÎ WÊ YE

Buldan bi domdarî bal kişande ser krîza aborî û got, ''Sewalkarî, cotkarî qedandin. Mirov şepirze kirin, hejar kirin. Lê em bi vê dizanin; gelê Bazidê ti caran ne hewceyî AKP'ê ye û ne mehkûmî AKP'ê ye.''


GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Buldan li ser grevên birçîbûnê û got, ''Niha hatiye ber rewşeke krîtîk, her gav dibe ku em agahiyên xirab bistînin. Divê em serdemeke nû bidin destpêkirin, ku mirov jiyana xwe ji dest nadin û ev daxwaz bi lezginî werin bicihanîn.''

31'Ê ADARÊ GIRÎNG E

Buldan bal kişande ser girîngiya 31'ê Adarê û got, ''Ji bo me dîroka 31'ê Adarê girîng e. Li dijî vê înkarê, vê zextê, ji bo êrîşa li ser nirxên me, jinên me, ciwanên me bidawî bibin em ê 31'ê Adarê bersivê bidin. Em ê bersiva xwe bi dengê xwe, bi vîna xwe, bi wijdanê xwe, bi tştên ku li ser me kirin, bi êrîşên qeyûman ên li ser çand û nirxên xwe bidin. Gelê Bazidê wê dîsa dîrokê binivisîne û mohra xwe li serkeftineke mezin bide.''

GEL WÊ LI HEVŞAREDARÊN XWE XWEDÎ DERKEVE

Buldan herî dawî got, ''Gel wê li hevşaredar, li endamên meclîsa şaredariyê xwedî derkeve. Em ê bi hev re Bazid, Agirî, Patnosê bistînin. Em ê hemû navçeyên xwe bi vîna we bistînin. ''