Li Stenbolê agirê Newrozê hate pêxistin

Li Stenbolê agirê Newrozê jinan pêxist. Jinên ku li dora agirê Newrozê yê li nêzî Gazîosmanpaşayê hate pêxistin govend gerandin peyama ‘Navê Newrozê Leyla ye’ dan.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li taxa Karadeniz a navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê buroya hilbijartinê vekirin. Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy, Hevseroka HDP’ê ya Bajar Esnegul Demîr, namzeta Hevşaredariyê ya Gazîosmanpaşa ya HDP’ê Rojda Felat û gelek kes tevlî vekirina buroyê bûn û dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ qîr kirin.

Di dema vekirina buroyê de namzeta Hevşaredariyê ya HDP’ê ya Gazîosmanpaşa Rojda Felat axivî û diyar kir ku wê 31’ê Adarê ji bo her kesê bihar bê û got: “Em jin heta aştiyê pêk bînin, dev ji têkoşîna xwe berandin.”

Pişre jî Hevseroka HDP’ê ya Bajar Esengul Demîr anî ziman ku tim pêşengên têkoşînê jin in got: “Berxwedana îro Leyla Guven dide, nîşan dike bê ka jin çiqasî berxwedêr û bi biryar in. 31’ê Adarê wê hem bibe roja çûna desthilata AKP-MHP’ê ya faşîst û hem jî bibe roja têkoşîna mezin a şikandina tecrîda li Îmralî û Tirkiyeyê. Bi teqez em ê bi ser bikevin, jin wê bi ser bikeve.”

Piştî axaftina parlementera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy û şûnde jinan bi dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ buroya hilbijartinê vekirin.

Piştî vekirina buroyê ji bo agirê Newrozê yê ku destpêk li Stenbolê pê bixin li pêşiya buroya hilbijartinê hatin ba hev. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sûltangaziyê Fatma Yenî bi meşaleya girte destê xwe bi gotina: “Navê Newrozê Leyla ye’ agirê Newrozê pêxist. Gel bi dirûşmên ‘Bijî Newroz’ û ‘Bijî Berxwedana Leyla’ li ber agirê Newrozê govend gerandin.