Olûç: Hilbijartin bûye referandûma demokrasiyê

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku hilbijartina di 31’ê Adarê de ne hilbijartineke normal e û bal kişand ser vî tiştî ku hilbijartin bûye referandûma demokrasiyê.

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Okmeydani buro vekir. Gelek kes tevlî vekirina buroyê bûn.

Olûç bi bibîranîna cangoriyên Helepçeyê dest bi axaftina xwe kir û got ku, “ Bi hezaran berdêl hatin dayîn û îro li Başûr, herêma federal a Kurdistanê heye. Ji ber ku li cîhanê tu çek tuneye ku karibe têkoşîna azadî û demokrasiyê ji holê rake. Bi tu çekan têkoşîna azadiyê nayê astengkirin.      “

Olûç bal kişand ser hilbijartina di 31’ê Adarê de û got ku “Serokkomar wekî ku ew namzet e, bajar bi bajar digere û heqaretê li mûxalefetê dike. Di 31’ê Adarê de ev kesên ku tu heqaretê li wan dikî, wê dengê xwe nedin namzetên te û ew ê derseke mezin bidin te. Tu yê bibînî ku bi heqaretan siyaset nayê kirin.”