Li Bremenê panela li ser hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê

Li bajarê Bremenê yê Elmanyayê, li ser hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê panelek hate lidarxistin. Ji namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Çewlikê Hişyar Ozsoy jî tevlî panelê bû.

Panel ji aliyê Civaka Îslamî ya Kurdistanê ve hate lidarxistin û Kurdistaniyên li bajarên Hamburg, Hannover, Bremen û derdora wê tevlî bûn.

Di destpêkê de ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Helebçeyê deqeyek rêz hate girtin û piştre Mele Eşref axivî.

Eşref bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê û diyar kir, tecrîd êdî veguheriye pirsgirêkeke civakî.

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Çewlikê û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy piştre axivî.

Ozsoy diyar kir, 1'ê Nîsanê wê bibe roja serketina HDP'ê û soz da ku wê li Çewlikê projeyên mezin bi cih bînin.

Ozsoy qala projeyên xwe yên ji bo Çewlikê kir û piştre bersiv da pirsên beşdaran.