Kurdên li Qibrisê tevî dostên xwe hatin Strasbourgê

Kurdên li Qibrisê tevî dostê Kurdan helbestvan Despo Pilavaki hatin Strasbourgê û serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin.

Endamên Navenda Çanda Kurd a Theofilosê ya bajarê Limasol ê Qibirsê tevî dostê xwe yê helbestvan Despo Pilavaki serdana çalakgerên berxwedana greva birçîbûnê ya li Strasbourgê kirin.

Pilavaki di dema serdanê de axivî û diyar kir, dijminê hevpar ê Kurdan û gelê Rûm, rêveberiya faşîst a li Tirkiyeyê ye.

Pilavaki diyar kir, têkoşîna Kurdan têkoşîna wî ye û got, "Hûn ji bo azadiyê şer dikin, ez jî tenê dinivîsînim, nîqaş dikim. Êdî pîr bûme naxwe li çiyê bûm."

Kurdistaniyekî ji Qibrisê jî diyar kir ku ji bo serketina berxwedana bi rûmet a li dijî tecrîdê wê çalakiyan li dar bixin.

SARIKAYA: YA GIRÎNG MEZINKIRINA BERXWEDANÊ YE

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Mûstafa Sarikaya jî kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana Kurdistaniyên ji Qibrisê kir û anî ziman, berxwedana greva birçîbûnê roj bi roj mezin dibe. Sarikaya diyar kir, desteka dostên Kurdan gelekî girîng e û destnîşan kir, ya girîng mezinbûna berxwedanê li her qadê ye.

XEBATKARÊN JIN-TV JÎ BI HEMPÎŞEYA XWE ÎKE RE BÛN

Xebatkarên JIN-TV û Yenî Ozgur Polîtîkayê jî serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin.

Kedkarên çapemeniyê bi hempîşeya xwe Gulîstan Îke, çalakgerên din ên jin Dîlek Ocalan û Nûrgul Başaran re hevdîtin kirin.

Wekî din, tevî komek ji Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê, bi sedan Kurdistaniyên li Elmanya, Fransa û Swîsreyê serdana berxwedêrên greva birçîbûnê kirin.