DGH’ê li dijî tecrîdê rêze çalakî li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya Ocalan li metrepolên Tirkiyeyê rêze çalakî li dar xist.

Koordînasyona DGH’ê; bi çarçoveya pêngava Serî Hilde, bi armanca şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Tirkiyeyê rêze çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 8 wesayît hatin rûxandin.

Têkildarî çalakiyên ku ji aliyê yekîneyên Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ve hatin kirin ev agahî hatin dayîn;

“Çalakiyên ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Firat Zîlan ve hatî kirin

ANTALYA

Roja 6’ê Adarê li navçeya Gazîosmanpaşya kamyona şexsê O.O hate şewitandin. Di çalakiyê de kamyon bi temamî hate şewitandin û rûxandin.

ENQERE

7’ê Adarê li navçeya Keçîoren wesayîtek ji aliyê yekîneya me ve hate şewitandin. Di vê çalakiyê de jî wesayît bi temamî hate rûxandin.

Çalakiyên ku ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Baran Mawa ve hatin kirin

STENBOL

Roja 9’ê Adarê saet 00:30’an li navçeya Başakşehîr yekîneya me wesayît û Mînîbusek şewitand. Di çalakiyê de herdu wesayît hate rûxandin.

9’ê Adarê saet 01:30’an li navçeya Gungoren wesayîtek hate şewitandin. Di çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin.

9’ê Adarê seat 03:30’an li taxa Avcilar Yeşîlkent kamyonek hate şewitandin. Di çalakiyê de kamyon bi temamî hate rûxandin.

Çalakiyên ji aliyê Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Kawa ve hatin kirin

KOCAELÎ

Roja 5’ê Adarê li navçeya Karamursel wesayîta şexsê S.K hate şewitandin. Di çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin.

Roja 10’ê Adarê li navçeya Kartepe wesayîtek ji aliyê yekîneya me ve hate şewistandin. Di çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin.

Çalakiyên ji aliyê Yekîneya Tolhiltanê ya Şehîd Serhildan Garzan ve hatin kirin.

AMED

Roja 10’ê Adarê ji aliyê Yekîneya me ve li taxên Lefkoşa, Fatih, 5 Nisan ên Amedê li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandan.”