KNK: Efrîn Kurdistan e, birîna Efrînê ya tevahiya Kurdistanê ye

"Efrîn Kurdistan e, niha birîndar e. Ev birîn birîna hemî Kurdistanê ye. Dermankirina vê birînê rizgarkirina Efrînê ye. Ev kar û wezîfeyeke me ya neteweyî ye."

Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber salvegera dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, dewleta  Tirk bi hemû hêzên xwe yên hewayî û bejayî û bi çeteyên xwe, roja 20.01.2018an de êrîşî herêma Efrînê kir. 

58 ROJÊN BERXWEDANA BI LEHENGÎ

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir, di êrîşa dagirkeriyê de ne tenê hêzên parastinê, her wiha gelê Efrînê, xwezaya Efrînê bi rengekî hovane kirine armanc. Di dewama daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "Li hember van êrîşan hêzên YPG/YPJ'ê, bi qehremanî û bi fedakariyek mezin li ber xwe dan. Lê di navbera herdu hêzan de hevsengiyek tune bû. Mirov nikare ne bi hejmar ne jî bi imkan, hêza YPG/YPJ'ê û artêşa Tirk bide beramberî hev. Li gel vê rewşa giran jî, 58 rojan bi qehremaniyek bê hempa li berxwedan. Di encamê de Efrîn hate dagirkirin. "

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di şerê Efrînê de gelê Kurd li welat û derveyî welat bi giştî li ser biyan bûn û destek dan berxwedana Efrînê.

BI BERXWEDANA EFRÎNÊ RE HATE DÎTIN KU KÊ ÇI KIR AN JÎ NEKIR

Di daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "Piraniya rêxistin û hêzên Kurdî jî destek dan vê berxwedanê. Lê mixabin hejmarek kêm be jî hinek hêzên Kurdî jî, ev berxwedan temaşekirin û li hember dagirkeriya dewleta Tirk derneketin. Heta hinek kes û hinek grubên biçûk, bûn hevalê dewleta Tirk û tevlî civînên wan bûn û li bajarê Entabê meclisên sexte avakirin û xwestin meşruiyetê bidin dagirkeriya dewleta Tirk. Piştî şer, dewleta Tirk ev kes û grup jî dane alîkî û bernameya xwe ya ku dixwaze Efrînê ji Kurdan paqij bike berdewam kir. Di berxwedana Efrînê de kê çi kir an jî nekir, gelê me hemiyê dibîne û dizane."

SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ TEWANÊN ŞER ÊN DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ TESPÎT KIRIN

KNK'ê bi bîr xist ku salek di ser dagirkirina Efrînê re derbas bûye û diyar kir, "Çawa di şer de hemî pîvanên mirovahî û hemî pîvanên huqoqî hatin binpêkirin, hovîtiya hêzên Tirk û çeteyên hevkarên wan piştî dagirkirinê hê zêdetir bû. Herêma Efrînê bi temamî hate talankirin. Gelê Efrînê hate koçberkirin û kesên cuda li herêma Efrînê hatin cihkirin û demografiya Efrînê hate guherandin. Di serî de Komîseriya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan yên Cihanî, di raporên xwe de vê rastiyê tesbît dikin û dibêjin dewleta Tirk û hevkarên wê, li Efrînê 'Tewanên Şer û Tewanên Dijê Mirovatiyê' kirine û van kiryarên xwe berdewam dikin."

EFRÎN CIHÊ HERÎ EWLE BÛ, NIHA BÛYE CIHÊ HERÎ ALOZ

KNK'ê bi bîr xist, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de  Efrîn cihekî herî ewle û bi istiqrar bû û ragihand, "Sedhezaran koçber li Efrînê cih bûbûn. Li Efrînê rêveberiyek laîk û demokratîk hebû. Niha Efrîn cihekî herî aloz e, bê huqoqî berdewame, roj bi roj demografiya wê tê guhertin û bûye qempa hêzên tundrew û selefî. Niha jî piraniya wan di kampên Şehba de, sedhezaran Efrînî koçber û penaber in.

BERXWEDANA EFRÎNÊ DEWAM DIKE

Di berxwedana Efrînê de, ji seranserê Kurdistanê ji hezaran zêdetir keç û xortên Kurd û dostên Kurdan şehîd ketin. Sedan însanên me yên sivîl jî şehîd ketin. Hezaran însanên me brîndar bûn. Bedelên mezin hatin dayîn. Em di şexsiyeta şehîdên berxwedana Efrînê de hemî şehîdên azadiyê bi rêz û hurmet bîr tînin û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînin. 
Piştî dagirkeriyê jî, berxwedana Efrînê berdewam kir. Niha jî ev berxwedan berdewame. Hêzên ku niha li Efrînê li ber xwe didin, bi navê Hêzên Rizgariya Efrînê xwe ji nûve rêxistin kirine û bi teqtîkên gerîla şerê xwe berdewam dikin. Em wan hêzan destek dikin û berxwedana wan silav dikin. Efrîn Kurdistan e, niha birîndar e. Ev birîn birîna hemî Kurdistanê ye. Dermankirina vê birînê rizgarkirina Efrînê ye. Ev kar û wezîfeyeke me ya neteweyî ye."

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Bi vê munasebetê em careke din bang li gelê Kurd û hemî hêzên Kurdistanî dikin ku di salvegera dagirkeriyê de li kolanan bin û dagirkeriyê protesto bikin, xwedî li Efrînê û li gelê Efrînê derkevin, Hêzên Rizgariya Efrînê destek bikin. Her wiha em bang li raya giştî ya cihanê, Neteweyên Yekbûyî û hêzên peywendîdar dikin ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bidin û tekoşîna gelê me ya rewa destek bikin."