Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Dora bal kişand ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Asûrî/Suryaniyan û diyar kir ku êrîşên qetilkirin û revandinê zêde bûne. Dora bang li saziyên navneteweyî û hêzên demokratîk kir ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê.
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora li gel parlamenterên HDP'ê Aysel Tûglûk, Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî, Kemal Aktaş, Demîr Çelîk û Faysal Sariyildiz, der barê êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Asûrî/Suryaniyan de li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist.
'HATIN QETILKIRIN, NEÇARÎ KOÇBERIYÊ HATIN HIŞTIN'
Dora diyar kir ku DAIŞ ev hefteyeke careke din bi barbarî gelê Asûrî/Suryanî qetil dike, direvîne û got, "Rêxistina terorê DAIŞ li Sûriyeyê di sibeha 23'ê Sibatê de, li hemberî gundên Asûrî/Suryanî yên li qiraxa Çemê Xabûrê yê Hessenê êrîşên terorane lidar xistin û gelek gund dagir kirine. Li hemberî vê hêzên YPG û komên çekdar ên ji Asûrî/Suryanî, ji bo rizgarkirina gundên Asûrî/Suryanî yên hatin dagirkirin li dijî DAIŞ'ê bi rojane şer dikin."
Dora ragihand ku ji ber êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî gundên Til Hirmis, Til Şamîram, Kabre Şamiye û Til Khebîş ên bajarokê Til Temirê û di encama pevçûnên piştî vê êrîşê rû dan de, ji şervanên Suryanî û sivîlan bi giştî 10 mirovan jiyana xwe ji dest dane, gelek mal û dêr hatine şewitandin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Bi qasî 35 gundên Asûrî/Suryanî yên li herêma Xabûrê, hema bêjin hemû hatine valakirin. Ev gundên li qiraxa Çemê Xabûrê, gundên Asûrî/Suryaniyên ku di qirkirina 1915'an a Asûrî/Suryaniyan de ji herêma Colemêrgê û piştre di sala 1933'an de jî ji ber komkujiya Simele ya dewleta Iraqê reviyan, xwe lê girtine."
Dora got, "Ji van gundên hatin valakirin zêdeyî 3000 hezar mirov, yanî nêzî 700 malbatan xwe li bajarên Hesekê û Qamişlo girtine. Ev hejmar roj bi roj zêde dibe. Li gorî agahiyên dawî hejmara mirovên koç kirine gihaştiye 4000'î. Li gorî daneyên Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye, piraniya wan jin, zarok û extiyar 90 sivîl ji aliyê terorîstên DAIŞ'ê ve hatine revandin. Lê belê çavkaniyên herêmî diyar dikin ku hejmara mirovên di nava 4 rojên dawî de hatine revandin, zêdeyî 350 kes e."
Dora da zanîn ku hem li Sûriye hem jî li Iraqê, di êrîşên terorê de gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî yên bê parastin hedef hatine girtin, di encama van êrîşan de bi sedan mirov hatine qetilkirin, bi sed hezaran neçar mane ji cih û warên xwe koç bikin û ev xal destnîşan kir: "Weke ku tê zanîn terorîstên DAIŞ'ê par li Iraqê destpêkê êrîşî Mûsilê û dûre jî herêmên Şengal û Nînova kirin. di encama van êrîşan de bi deh hezaran Asûrî/Suryanî/Keldanî neçar man cih û warên xwe biterikînin. Dêr û keşîşxaneyên li dû xwe hiştin, ketin destê DAIŞ'ê û piraniya van cihên pîroz bi bombeyan hatin teqandin û beşek jê jî weke depo hatin bikaranîn."
'NIFÛSA JI 1,5 MÎLYONÎ DAKET 350 HEZARÎ'
Dora ragihand ku piştî hilweşandina rejîma Saddam Huseyîn di sala 2003'an de, di encama êrîşên li hemberî gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî de, nifûsa ku 1,5 mîlyon bû di roja îro de daketiye 350 hezarî û axaftina xwe wiha dewam kir: "Nifûsa Asûrî/Suryanî/Keldanî ya li Mûsilê bi qasî 35 hezar bû, di nava 10 salên dawî de tê texmînkirin ku daketiye 3 hezarî. Bi êrîşên DAIŞ'ê re ev hejmar jî tine bû. Di heman demê de di şerê 4 salan ên li Sûriyeyê de li hemberî gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî êrîşên nayên jimartin hatine kirin. Êrîşa li herêma Xabûrê mînaka dawî ya van êrîşan e. Li Sûriyeyê beriya şerê navxweyî nifûsa Xiristiyanan bi qasî du mîlyon bû, îro nîvê nifûsê ji neçarî xaka Sûriyeyê terikand."
Dora anî ziman ku aqûbeta du oldarên payebilind ên Xiristiyan Metropolîtê Ortodoks ê Suryanî Yûhanna Îbrahîm û Metropolîtê Ortodoks ê Rûm Pavlûs Yazici yên ji aliyê komên terorê ve li Sûriyeyê ev du sal in hatine revandin, nayê zanîn û got, "Li hemberî van êrîşên li dijî gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî mixabin hem Iraq, hem Sûriye, hem dewletên cîran hem jî Neteweyên Yekbûyî, Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê nêzîkatiyeke xemsarî nîşan dane.
Dora ev bang kir: "Li hemberî xeteriya komkujiyê ya li hemberî gelê Asûrî/Suryanî/Keldanî, di serî de Neteweyên Yekbûyî û hêzên koalîsyonê divê hemû hêzên demokratîk û raya giştî bi lezgînî bikevin nava tevgerê.