Saziyên li Hamburgê lez dan xebatên xwe yên hilbijartinê
Saziyên li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Hamburgê hatim cem hev, bi armanca destekkirina HDP'ê lez dan xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê.

Saziyên demokratîk ên weke AGÎF, DÎDÎF, ATÎF, Federasyona Komeleyên Dêrsimê, Mizgeft, Weqfa Depiyan li Hamburgê, ADHK, ASM, DGBP, DTM, ESU - Hamburg û ABDM, ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, civînek lidar xistin.
NAVENDA AGAHÎDAYÎNÊ WÊ HER ROJ VEKIRÎ BE
Di civînê de biryar hat dayîn, ku ji bo çareseriya pirsgirêkên koordînasyonê yên navbera herêm û saziyan komîsyoneke hilbijartinê ya bilind û navenda agahîdayînê bên avakirin.
Komîsyona hilbijartinê ya bilind a ji 8 kesan, wê xebatên hevpar ên saziyan û xebatên komîsyonên jêrîn ên hevpar koordîne bike. Komîsyon wê hefteyê carekê bicive.
Li Navenda Agahîdayînê jî wê qeyda hilbijêran were tespîtkirin, ji bo yên ne qeydkirîne kar bike. Navend wê her roj ji saet 10:00 û pê ve vekirî be.
Komîsyonên hilbijartinê yên jêrîn jî wê xebatên xwe yên li herêman yekser ji navenda agahîdayînê re ragihînin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên teknîkî jî wê bi navenda agahîdayînê were şewirandin.