Kartal: Ji bo serketina di hilbijartinan de xebateke berfireh divê

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal di axaftina xwe ya li civîneke gel a li Amsterdamê de destnîşan kir, ku bi zanebûn manîpulasyonên dibêjin 'HDP wê bendê derbas neke' tên belavkirin û destnîşan kir, ku ev yek nuqteyeke psîkolojîk e.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal di axaftina xwe ya li civîneke gel a li Amsterdamê de destnîşan kir, ku bi zanebûn manîpulasyonên dibêjin 'HDP wê bendê derbas neke' tên belavkirin û destnîşan kir, ku ev yek nuqteyeke psîkolojîk e.

Der barê xebatên amadekirina kongreyê ya Navenda Civaka Demokratîk a Amsterdamê de (NCDA) de li HTIB'ê civînek hat lidarxistin.

Civîna ji beşdariya xebatkar û saziyên cuda yên demokratîk, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Li dû axaftina vekirinê ya Hevserokên NCDA Engîn Yûrtsever û Aysel Ilan, Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal peyivî.

Kartal bal kişand ser girîngiya hilbijartinên di 7'ê Hezîranê de bê lidarxistin û anî ziman ku ji bo pêşerojeke wekhev, demokratîk, adîl, rêveberiya cewherî ya gelan, divê her kesên bi berpirsyarî radibin, li nava HDP'ê bicivin.

Kartal da xuyakirin ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku salên dûr û dirêj têdikoşe, bi AKP'ê re xwedî ajandayeke veşartî nîne, hemû polîtîkayên xwe bi awayekî vekirî û alîgiriya demokrasî û azadiyê dimeşîne. Kartal di axaftina de destnîşan kir, ku bi zanebûn manîpulasyonên dibêjin 'HDP wê bendê derbas neke' tên belavkirin û destnîşan kir, ku ev yek nuqteyeke psîkolojîk e û got, "Ji bo serketinê, girîng e girseya hilbijêran a li Ewropayê bikeve nava pêvajoyeke berfireh a xebatê. Li mal, kolan, semt û bajêr divê em hêzên xwe seferber bikin. Pêwîste em welê bixebitin ku dengekî bi tenê jî vala neçe."

Beşdarên di civîna gel de mafê axaftinê girtin jî bal kişandin ser girîngiya hilbijartinan û diyar kirin, ku divê her kes bi berpirsyarî tevbigerin.