Tanriverdî: Li girtîgehê tecawiz û îşkence kevneşopiya dewletê ye

Serokê ÎHD’a Mersînê Alî Tanriverdî got: “Di rastiyê de karneya girtîgehên Tirkiyeyê qet ne paqij e. Bi bûyerên taciz, şîdet, tecawiz û komkujiyan tijî ye. Tiştên îro li zarokan tên kirin jî berdewama vê kevneşopiyê ye.”

Bûyerên şîdet û tecawizê yên li Saziya Înfaza Cezaya Girtî ya Ciwan û Zarokan a Îzmîrê derketiye holê, nîşan da ku ji bûyerên li Girtîgeha Pozantiyê hatiye jiyîn ders nehatine derxistin. Serokê ÎHD’a Mersînê Alî Tanriverdî got: “Di rastiyê de karneya girtîgehên Tirkiyeyê qet ne paqij e. Bi bûyerên taciz, şîdet, tecawiz û komkujiyan tijî ye. Tiştên îro li zarokan tên kirin jî berdewama vê kevneşopiyê ye.”

Bûyera tecawizkirina zarokên Girtîgeha Pozantiyê ya 2012’an de hat jiyîn hê di hişan de zindîbûna xwe diparêze û tişta din a bi êş a di vê bûyerê de ne yê ku mexdûr dike, yê mexdûr dibe ceza digire. Bûyerek bi vî rengî li Girtîgeha Şakran a Îzmîrê pêk hat û ev jî nîşan dide ku ji Pozantiyê ders nehatine derxistin.

Serokê ÎHD’a Mersînê Alî Tanriverdî mijar ji ANF’ê re nirxand.

Tanriverdî got ku zext û şîdeta li ser Kurdan pêk tê di çend salên dawî de berê xwe dane zarokan û ev pêkanîn bi plan, sîstematîk û navendên taybet ve girêdayî  ye. Tanriverdî da zanîn ku mafê qanûnî yên van zarokan ji aliyê yên pêkt înin ve tine tê hesibandin û got: “Di rêbaza zexta li ser zarokan pêk tê de di serî de hêzên  ewlehiyê û hemû saziyên fermî bi hev re tevdîgerin.”

Tanriverdî  wiha dewam kir: “Zarokên di van girtîgehan de ne piranî zarokên malbatên ku di encama zextên dewletê de koç kirin e, zarokên van malbatan jî her tim rastî tehdîdan tên an jî di bin sozên ku derfetên aborî didin wan di bin navê hevkariyê de li sîxurtiyê didin ferzkirin.

Zarokên sîxurtiyê qebûl nakin û li ber xwe didin bi fezlekeyên derewîn dişînin girtîgehan. Ji aliyê walîtiyan ve jî ji bo malbatên zarokan bi raporên kesên zane yên rastiyê nîşan nadin bi hinceta ku zerar dane malê dewletê û welatiyan cezayê pere dibirin. Ev pêkanînên kêfî bi taybet jî di salên dawî de zêde bûne û veguhertine amûra çewisandinê. Dozên ku li zarokan hatine vekirin berdewam dikin û her wiha walîtî jî bi hezaran TL pere ji malbatan dixwaze.

Beyî ku hê darizandina van zarokan destpê bike, ka sûcên zarokan hene yan na, tenê îdîayek heye, bi hinceta ku zerar dane malê cemawerî ji malbatan pere tê xwestin. Malbat bi tehdîda îcrayê re rû bi rû ne.

Heta sala 2010’an girtina zarokan di alî siyasî de îstîsnabû. Ji 2010’an şûn ve dewletê di Têkoşîna Azadiya Kurd de stratejî guhertiye. Xwestiye îradeya zarokên Kurd teslîm bigire û pêşî li têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê bigire. Piştî bûyera Pozantiyê kêm be jî hat şikandin û hê di vê ferasetê de israr dikin. Lê israra van zarokan a lêgerîna heq û berxwedanê tine hatiye hesibandin.  Rastiya Pozantiyê ev e. Ger van zarokan li dijî malbatê serî bitewanda û bêdeng bimana, pergal wê bi projeya ku pêk anî wê bi ser biketa. Zarokên ku me pê re hevdîtin kirin, diyar kirin ku wan jiyane lê bila hevalên wan ên din nejîn. Gotin ew ji bo wan dikarin her tiştî bikin.”

Tanriverdî destnîşan kir ku ew wek ÎHD’ê ligel hemû israra zarokan bûyer di raya giştî de belav nekirine û got: “Bi rayedaran re hevdîtin hatine kirin, lê ev hewldanên me yên ku bi mehan berdewam kir bê encam ma.

Ligel skandala li girtîgeha zarokan a Pozoantiyê, li girtîgehên din jî ev bûyer dubare kirin û herî dawî li Şakranê bûyerên bi vî rengî pêk hatine. Rayedaran ji bûyerê ders negirtine.  Di polîtîkayên zextê yên li ser zarokan de israr dikin. Karneya Tirkiyeyê ya girtîgehan qet ne paqij e. Bi bûyerên taciz, tecawiz û komujiyan tijî ye. Tişta îro li van zarokan pêk tê berdewama wê kevneşopiyê ye.

Bi van cezayan birînên van zarokan nayê fikirîn û bi hestên kîn û nefretê li zarokan dinêrin. Bi ser dibistanan de digirin û zarokan binçav dikin.  Li kolanan li wan dixin. Kesên der barê van pêkanînan de gilî dikin jî bê encam dimîne.

Dewlet li girtîgeha tedbîran nagire. Dewlet ji van bûyeran berpirs e. Dewlet dibêje, em çi bikin, hinek kesên bê berpirs dikin. Nekare bêje ev bûyerên munferît in. Hela ji bo veşartina bûyerê divê nekeve nava ti hewldanê. Dewlet neçare van zarokan biparêze.

Ji bo zarokên ku li girtîgehê dimînin divê cihekî jiyanê ya nûve bê afirandin û bo vê jî divê platformek bi hêz bê avakirin. Ev ferz e. Ev platform wê mafê zarokan yê hiqûqî, mafê zarokên Kurd ên zextan dibînin biparêze û dozên wan ên heyî bişopîne, divê organîzasyonen hiqûqî ya bi hêz ava bike.

Tanriverdî di dawiya axaftina xwe de got ku ji bo zextên sîxurtiyê yên li ser zarokan û îfadedayîna li ser hev bê rakirin divê raya giştî ya bi mezin bê avakirin. Tanriverdî  diyar kir ku ji bo girtîgehên zarokan bê girtin divê kampanya bê meşandin.