Di Cotmeha par de, komek ji zanyar, aştîxwaz û parêzvanên mafên mirovan, ji bo qedexeya li ser PKK'ê were rakirin dest bi kampanya îmzeyan kiribûn. Îmzekaran daxwaza "rakirina qedexeya li ser PKK'ê" li Serokwezîra Elman Merkel kirin.
Kampanya bi pêşengiya Eckart Spoo, Prof. Dr. Mohssen Massarrat, Laura von Wimmersperg, Prof. Dr. Norman Paech, Reiner Braun, Prof. Dr. Andreas Buro, Prof. Dr. Ulrich Gottstein, Prof. Dr. Werner Ruf û Dr. Peter Strutynski destpê kir, di înternetê de dewam dike.
Beriya rûniştina îro ya li Meclîsa Federal a li ser qedexeya li hemberî PKK'ê, 5713 îmzeyên hatin berhevkirin, ji bo bigihîne Serokwezîr Merkel radestî serokwezaretiyê hatin kirin. Ji zanyarên kampanya organîzekirin Prof. Dr. Mohssen Massarrat diyar kir ku ew dixwazin destekê bidin daxwaza "rakirina qedexeya li ser PKK'ê" ya îro li Meclîsê were ziman.
Di metna îmzeyê ya ku Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî jî destekê didê de, bal tê kişandin ser pêşketin û xeteriyên li Rojhilata Navîn û bi pêvajoya aştiyê ya Kurd-Tirkan ve girêdayî tê xwestin, ku helwesta li hemberî PKK'ê were guhertin. Zanyar di metna xwe ya bangawaziyê de bi taybetî têkoşîna şervanên Kurd a li hemberî êrîş û komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê, vedibêjin. Akademîsyenan, ji bo berxwedana Kobanê hîn bêhtir blocke nebe bang li Elmanya û Tirkiyeyê kirin û bal kişandin ser girîngiya rakirina qedexeya li ser PKK'ê.
Di metnê de hat ragihandin ku xwepêşandanên demên dawî yên alîgirên PKK'ê yên li Elmanya de bi awayekî aştiyane derbas bûne û xet û rêbaza nû ya têkoşîna PKK'ê hat vegotin. Akademîsyenan diyar kirin ku gerîlayên PKK'ê li Şengalê pêşî li qirkirinekê girtine û destnîşan kirin ku bi modela li Rojava ava bûye re Misilman, Xiristiyan, Asûrî, Ereb û Kurd bi hev re di nava aştiyê de dijîn.