Li Enqereyê di servîsa LPG’ê de teqîn

Li Enqereyê Herêma Sanayiyê ya Ostîm Îvedîk di serwîsa LPG’ê de ji ber gazê teqînekê rû da. Di teqînê de 5 karker birîndar bûn, kargehê zerareke mezin dît.

Li Enqereyê Herêma Sanayiyê ya Ostîm Îvedîk di servîsa LPG’ê de ji ber gazê teqînekê rû da. Di teqînê de 5 karker birîndar bûn, kargehê zerareke mezin dît.

Li Herêma Sanayiyê ya Ostîm Îvedîk li îstasyona LPG’ê ya li ser Cadeya 21. danê êvarî teqînek pêk hat. Piştî teqînê gelek ambûlans û îtfaiye sewqî herêmê hatin kirin. Li gor agahiyên destpêkê 5 kes birîndar bûne. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan. Ji ber teqînê kargehê zerareke mezîn dît. Hat dîtin ku beşek ji kargehê hilweşiyaye. Ekîbên îtfaiyeyê demek dirêj di nav xirbeyan de lêgerîn kirin. Têkildarî teqînê lêpirsîn hat destpêkirin.