HDP li Danîmarkayê civînên xwe yên herêmî didomîne

Koordînasyona HDP’ê ya Danîmarkayê ji bo hilbijartinên giştî yên di 7’ê Hezîranê de wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk bên civînên xwe yên herêmî didomîne.

Koordînasyona HDP’ê ya Danîmarkayê ji bo hilbijartinên giştî yên di 7’ê Hezîranê de wê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk bên, civînên xwe yên herêmî didomîne.

Hevserokê Navenda Çanda Elewî Feramuz Acar di civîna li bajarê Horsens pêk hat de axivî û got: “Di vê hilbijartinê de HDP ji bo hemû welat derfetek girîng e. Di serî de divê Elewî piştgiriyê bidin HDP’ê.  Em wek komele xebatên xwe yên bi HDP’ê re wê bidomînin.”

Dij faşîstên jî Aarhus tevlî civînê bûn diyar kir ku ew piştgiriyê didin HDP’ê û wê di xebatên hilbijartinê de peywirê bigirin.

BI XEBATA HEVKAR DIKARE ENCAM BÊ GIRTIN

Koordînasyonê da zanîn ku bi xebateke hevpar a bi ronakbîr, dij faşîst û girseyên demokratîk re wê encam bê girtin.

Di encama civînê de ji bo HDP’ê komîsyonên xebatê hatin avakirin.