Li gorî Rapora Mafên Mirovan a 2014'an, ku ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International-AI) ve hat weşandin, pevçûnên li gelemperiya cîhanê herî zêde zerar dane sivîlan. Di raporê de bal hat kişandin ser zêdebûna îşkence, tecawiz û revandina mirovan û hat destnîşankirin, ku bi deh mîlyonan mirov ji ber şer neçar man xaka xwe biterikînin.
Di raporê de cih ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê re hat veqetandin û bal hat kişandin ser qetlîamên sivîlan ên ji aliyê rejîma Esad û çeteyên DAIŞ'ê hatin kirin. Li gorî vê yekê yekîneyên ser bi rejîma Esad, bi zanebûn gelek wargeh û nexweşxane bi top, çekên kîmyewî û bombeyên giran bombebaran kirine. Di raporê de hat gotin ku ji ber şer gelek aktîvîstên sivîl li 'dadgehên antî terorê' hatine darizandin û îşkenceya li mirovên binçavkirî yan jî girtî dewam dike.
Di rapora AI de komkujiyên ji aliyê çeteya terorê DAIŞ ve hatiye kirin, hat bibîrxistin. Li gorî vê yekê, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê, ji sala 2011'an û vir ve 7,6 mîlyon mirov di nava welêt de koçî cihekî din kirine, zêdeyî 4 mîlyon jî li derveyî welat bûne penaber.
Amnesty di rapora xwe de cihekî girîng da pevçûnên di navbera artêşa Ukraynayê û komên Rûs ên alîgirên serxwebûnê û hat gotin ku li Kirim û herêmên Rûs ên li rojhilat, revandina mirovan, pêkanînên xerab û îşkenceya li girtiyan, dewam dike. Di raporê de êrîşên hin komên mîlîs ên Ukraynayî jî hatin bibîrxistin. Di vî şerê navxweyî, ku di 2014'an de ji ber wê 1 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûn, herî kêm 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.
Fîlîstîn jî, weke welatekî din ê bi hezaran sivîl lê hatin kuştin, di raporê de cih girt. Li gorî agahiyên raporê, di êrîşên li hemberî Gazzeyê de ji 2 hezar kesên jiyana xwe ji dest dan 1.500 kes sivîl in û Îsraîl bi sûcê şer tawanbar kir. Di rapora Amnesty de bal hat kişandin ser êrîşên Hamasê yên bêyî nîşangirtinê li hemberî xaka Îsraîlê.
Herêmeke din a krîzê ya di raporê de cih girt Nîjerya ye. Ji ber êrîşên rêxistina terorê Boko Haram bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan zarok ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.
Di rapora Amnesty de hat destnîşankirin ku hin dîmen hene nîşan didin, ku artêşa Nîjeryayê kesên bi gumana endamê Boko Haram in kuştine û bi awayekî komî veşartiye.
Li Komara Afrîkaya Navîn, ji ber pevçûnên di navbera Misilman û Xiristiyanan herî kêm 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, piraniya van jî sivîl in. Li gorî rapora Amnesty International, di dema pevçûnan de îşkence, tecawiz û kuştinên komî rû dane.
Li Başûrê Sûdanê jî ku di sala 2011'an de serbixwe bû, bû yek ji welatên Afrîkayê ku di sala 2014'an de şerê navxweyî lê qewimî. Tê gotin ku bi deh hezaran mirov di pevçûnên navbera du gelên vî welatî Dîkra û Nûer de jiyana xwe ji dest dane. Di rapora Amnesty de hat ragihandin ku ji ber van pevçûnan 2 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûn û aliyan sûcê li dijî mirovahiyê û sûcê şer kirine.
Amnesty ji bo sûcên ji aliyê polîs û saziyên dewletê ve hatine kirin, Meksîka nîşan da. Hat ragihandin ku li Meksîkayê hejmara mirovên ji sala 2006'an û vir ve hatine windakirin gihîştiye 22 hezarî û hat destnîşankirin ku di meha Îlonê de 43 xwendekar piştî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, winda bûne. Zelal bûye ku polîsan xwendekar teslîmî çeteya bi navê Guereros Unidas kirine û vê çeteyê jî xwendekar qetil kiriye. Di raporê de polîsê Meksîkayê ji ber hevkariya xwe ya bi çeteyan re, bi awayekî cidî tê rexnekirin.