Qedexeya li ser PKK'ê, ku di 26'ê Mijdara 1993'an de ji aliyê hikûmeta Serokwezîrê mûxafazakar Helmût Kohl ve hat anîn, piştî 22 salan dikeve rojeva Meclîsa Federal. Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê, ku êdî ji aliyê gelek derdorên li Elmanyayê ve ev qedexe bê wate tê dîtin, wê îro li Meclîsa Federal pêşniyarnameya Partiya Çep bê nîqaşkirin.
Di rûniştina îro ya saet li derdora 19:00 de, Partiya Çep wê bi 7 xalan ji Meclîsa Federal bixwaze ku ji bo qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, dawî li lêpirsîn-cezakirina siyasetmedarên Kurd were anîn û Berlîn di çareseriya pirsgirêka Kurd de rolê bilîze, zextê li hikûmetê bike.
"ELMANYA NAXWAZE XELATÊ BIDE PKK'Ê"
Ji rojnameyên rojane yên Elmanyayê Neues Deutschland ji bo destekê bide pêşniyarnameya Partiya Çep a ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê, îro bi manşeta 'Şervanên azadiyê yên qedexe' derket. Rojnameyê cih da spota "Hikûmeta Federal, ji ber têkoşîna xwe ya li hemberî DAIŞ'ê naxwaze xelatêl bide PKK'ê" û wêneyê şervanekî YPG'e yê di şerê li hemberî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, weşand.
Rojnameyê ragihand ku piştî bûyer û pêşketinên li Sûriye û Iraqê, qedexeya li ser PKK'ê roj bi roj hîn bêhtir di nava siyasetmedarên Elman de hat nîqaşkirin û bal kişand ser rûniştina îro ya li Meclîsa Federal. Rojnameyê di nûçeya xwe ya manşetê de diyar kir ku Partiya Çep dixwaze PKK li Elmanya legal bibe û têkoşîna PKK'ê ya li Rojhilata Navîn li dijî çeteyên DAIŞ'ê dimeşîne, vegot.