Kose: Divê Îran darvekirinan tavilê bisekinîne

Berpirsyarê Mafên Mirovan ê Partiya Çep a Sosyal Demokrat a Swêdê parlamenter Serkan Kose diyar kir ku Hikûmeta Swêdê ji bo sekinandina darvekirinên li Îranê di nava hin hewldanan de ye û wê van hewldanên xwe dewam bike.

Ji Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentê Berpirsyarê Mafên Mirovan ê Partiya Çep a Sosyal Demokrat a Swêdê parlamenter Serkan Kose diyar kir ku darvekirin û binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê partiya wan dixe nava fikaran û anî ziman ku Hikûmeta Swêdê ji bo sekinandina darvekirinên li Îranê di nava hin hewldanan de ye û wê van hewldanên xwe dewam bike.

Yek ji çar parlamenterên Kurd ên par di hilbijartinên 14'ê Îlonê de ji lîsteya Partiya Karker a Sosyal Demokrat ket parlamentê Serkan Kose, darvekirin û binpêkirina mafên mirovan ên li Îranê, polîtîkaya hikûmeta nû ya Swêdê ya li hemberî Îranê dişopîne û wê bişopîne, ji ANF'ê re nirxand.

Kose da xuyakirin ku gelê Kurd bi sedan salane li zext, cihêkariya etnîkî, asîmîlasyon, koçberiya bi darê zorê, talana aboriyê û qirkirinê rast tê û destnîşan kir, ku Kurd ji bo pêkanîna demokrasî, azadî û edaletê hînê şehîdan dide.

Kose ragihand ku li Îranê, karker, kedkar, Kurd û gelên bindest salên herî neyînî dijîn û got, "Rejîma paranoîd û xwedî hêrsa desthilatdariyê, her roj mafên bingehîn ên mirovan binpê dike. Îşkence zêde dibe, azadiya ramanê kêm dibe. Bi gotineke din, ji aliyê mafên mirovan ve rewşa li Îranê karesateke."

Kose anî ziman ku rejîma Îranê ji bo têkoşîna girseyan bitepisîne, çavê karker, kedkar û gelên bindest bitirsîne giraniyê dide darvekirinan û got, "Li gorî statîstîkên Neteweyên Yekbûyî ji Hezîrana-2013 heta Hezîrana 2014'an di nava salekê de 852 kes hatine darvekirin. Ev yek, li gorî hejmara salek beriya wê, hejmareke gelekî zêde ye. Herî dawî rejîma Îranê çend roj berê 3 ciwanên Kurd bi darve kir."

Kose diyar kir ku binpêkirina mafên girtiyan, îşkence û zexta li girtîgehên Îranê bi gelek rapor û belgeyan hatine pişrastkirin û got, "Girtî, mîna li Girtîgeha Urmiyê li dijî îşkence û pêkanînên xerab gelek caran neçar dimînin bikevin grevên birçîbûnê. Em, darvekirina girtiyan, îşkence û zexta li girtîgehan şermezar dikin û dixwazin pêkanînên bi vî rengî tavilê werin sekinandin."

Kose da xuyakirin ku Îran yek ji çend welatên îmze neavêtiye binê peymanên Neteweyên Yekbûyî yên îşkenceyê qedexe dike û got, "Hikûmeta Swêdê ji Îranê dixwaze peymana ku îşkenceyê qedexe dike îmze bike, maf bide komîteyeke serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ku girtîgehan kontrol bike."

Kose anî ziman ku Hikûmeta Swêdê bi rêya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê, di têkiliyên beramberî hev ên her du welatan de binpêkirina mafên mirovan, îşkence û îdamên li Îranê tîne rojevê û ragihand ku Hikûmeta Swêdê, ji bo dema wezîfeyê ya Nûnerê Taybet ê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Ahmed Şahîd saleke din bê dirêjkirin, ketiye nava hewldanan.

Kose diyar kir ku weke endamekî partiya li desthilatdariyê yê di nava Komîsyona Polîtîkayên Derve de cih digire, ew ê piştevaniya têkoşîna karker, kedkar, Kurdan û hindikahiyên din ên li Îranê yên ji bo mafên xwe, bike.