Têkçûna Tirkiyeyê ya li Rojava: Tirba Silêman Şah
‘Operasyona Silêman Şah’ ya ku çapemeniya hikûmetê hewl da veguherîne destana qehremaniyê, di rastiyê de bû nuqteya îflasê ya dawî ya polîtîka AKP’ê li Rojava û Sûriyeyê.
‘Operasyona Silêman Şah’ ya ku çapemeniya hikûmetê hewl da veguherîne destana qehremaniyê, di rastiyê de bû nuqteya îflasê ya dawî ya polîtîka AKP’ê li Rojava û Sûriyeyê.
‘Operasyona Silêman Şah’ a ku çapemeniya hikûmetê hewl da veguherîne destana qehremaniyê, di rastiyê de bû nuqteya îflasê ya dawî ya polîtîka AKP’ê li Rojava û Sûriyeyê. Operasyona ku nîşan dida wê têkiliya AKP-DAIŞ’ê ji nû ve teşe bibe, tê wateya bi rêveberiya Rojava re ya bi awayekî fermî nayê nasîn re temasa dîplomatîk, bi ragihandina Sefaretxaneya Sûriyeyê re têkiliya bi rejîma Esad re bidomîne. Di encam de dewleta Tirk hem bi Rojava re û hem jî di mijara Sûriyeyê de ket rêyeke nû.
Çapemeniya hikûmetê, barkirina Tirba Silêman Şah a bi piştgiriya YPG û YPJ’ê birin nêzî sînorê Tirkiyeyê, bi sernavên ‘Beyî al bê daxistin, hat çikandin’, ‘Cîhan di rêzgirtinê de ye’, ‘Di 9 saetan de şah û mat’ bûyer derxist pêş. Operasyon hat mezinkirin û wek çîroka destana qehremaniyê hat nivîsin. Matmayî nehişt, medya li gorî kodên xwe yên genetîk tevgeriya.
Di 1996’an de meha Çile de keştiyeke Tirk li nêzî zinarên Kardak rûnişt û li ser vê yekê di navbera Tirkiyeyê û Yewnanîstanê de alozî derket, bi talîmata Tansû Çîlerê li giravê ‘ala Tirk hatibû çikandin’ û çapemeniya Tirk di vir de jî destana qehremaniyê afirandibû.
Yek ji armanca sergirtina têkçûnên siyasî ya medyayê ev e; destanên qehremaniya sexte. Lê îro bandora van çîrokan tê nîqaşkirin. 5-10 sal berê civakê bawer dikin, lê îro manşetên tên avêtin tê zanîn ku binê wan vala ye.
Em bên operasyona Tirba Silêman Suleyman Şah….
Em bi rastiyeke ku AKP û çapemenî ji nedîtî ve tê destpêbikin. Ev operasyon bi saya YPG û YPJ’ê pêk hat. Şervanên Aazadiyê çeteyên DAIŞ’ê destpêkê ji Kobanê paqij kir. Piştre çalakiyên azadkirina gundan dan destpêkirin. Herêmên nû û berê yên Tirba Silêman Şah jî bi vê operasyonê paqij bû. Piştî ku li herêmê derfetên xwegihandina leşkerî çêbûn hikûmeta AKP’ê xist rojeva xwe ku turbe bê barkirin û leşkerên li herêmê bînin.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di daxuyanya der barê operasyonê de her çiqas bêje ‘ji kesî destur nehatiye girtin jî’ rewş li holê ye.
Li gorî daxuyaniya Fermandariya YPG’ê der barê operasyonan de bi Tirkiyeyê re nîqaşên ku 4 rojan berdewam kirine hatine meşandin. Piştre operasyon di bin agahiya fermandariya YPG û tevlîbûna hêzên YPG ya Kobanê de pêk hat.
Li gorî Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê; Tirkiyeyê der barê operasyonê ji Sefarexaneya Sûriyeyê ya Stenbolê re tenê ragihandina fermî kiriye. Wezaretê got; lê li benda erêkirina me neman û ev operasyon bi awayekî aşkera tê wateya êrîşê.
Bûyer û daxuyanî di vî alî de ne. Wateya van daxuyanî û bûyeran çi ye?
Ya yekem; Ligel ku hikûmeta AKP’ê li dijî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê polîtîkaya dijminahiyê dimeşîne û YPG û YPJ’ê bi awayekî fermî nas nake jî, rastiya ku neçar ma têkiliya dîplomatîk deyne li ber çavan e.
Ji vir şûnde wê çi bibe?
Hikûmeta AKP’ê di mijara polîtîkaya Rojava de nezane çi bike.
Bêguman sedemên vê hene. du roj berê rayedarekî ji Hêzên Navenda DYA’yê diyar kiribû ku operasyona li dijî Mûsilê yan di Nîsan yan di Gulanê de wê pêk bê. Ger wisa be wê dewleta Tirk têkiliya xwe bi DAIŞ’ê re bibire.
Ya duyemîn jî dewleta Tirk beriya operasyonê ji Sefaratxaneya Sûriyeyê re radigihîne. Ev jî tê wateya ku bi awayekî fermî di dewleta Sûriyeyê re muxatab e. Encamên vê têkiliyê çi ne niha zelalkirina wê zehmet e.
Ya sêyemîn jî bi encama yekemîn re têkildar e. Divê li dijî vê helwesta mirovahî ya YPG û YPJ’ê deriyê sînor veke û pevajoya avakirina Kobanê lezgîn be.