Rojnamevanên ji bo dîtina cihê nû yê Tirba Silêman Şah derbasî Kobanê bûn, nekarîn ji qadeke 3 metrekareyî derkevin. Leşkeran nehiştin Gundê Aşme yê ji al û şervanên YPG/YPJ û wêneyên Ocalan bê kişandin, banga hesasiyetê li rojnamevanan kirin. Rayedarên leşkerî gotin, "Spekulasyon hene ku dibêjin li dora Tirba Silêman Şah hin rêxistin nobedê digirin. Em ji we rica dikin ku bi tenê wêne-dîmenê leşkeren me yên li wir dixebitin, bikşînin."
Li dû veguhastina Tirba Silêman Şah a operasyona hevpar a leşkerên Tirk û hêzên YPG/YPJ'ê pêk hat, xebatên ji bo çêkirina tirba nû ya li gundê Aşme yê Kobanê, dewam dikin. Midûriyeta Giştî ya Enformasyonê ya Çapemeniyê ya Serokwezaretiyê, bi qasî 50 rojnamevan bir Girê Aşmê cihê lê tirbe tê çêkirin. Rojnamevanên ku bi leşkerên ji Qereqola Sînor a Bîleklî derbasî bin xetê bûn, dîmenê karê çêkirina tirbê kişandin.
JI RAYEDARÊ LEŞKERÎ BANGA 'HESASIYETÊ'!
Dema rojnamevan ji Qereqola Sînor a Bîleklî derbasî bin xetê dibûn, rayedarekî leşkerî hat cem wan, îdîa kir ku operasyon bi tenê ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk ve hatiye kirin û divê nûçeyên werin nivîsandin jî bi vî rengî bin. Rayedarê leşkerî îdîa kir ku bi hêzên YPG/YPJ'ê re operasyoneke hevpar nehatiye kirin û got, "Li aliyê din ê sînor, gelek rêxistin hene. Spekulasyonan dikin û dibêjin li dora Tirba Silêman Şah hin rêxistin nobedê digirin. Em ji we rica dikin ku bi tenê wêne-dîmenê leşkerên me yên li wir bikşînin. Di vî warî de em li benda hesasiyetê ne." Rayedarê leşkerî bi van gotinan ji rojnamevanan xwest, ku dîmenê al û şervanên YPG/YPJ'ê nekişînin.
Rojnamevanên xwe gihandin Tirba Silêman Şah, li qadeke ji 3 metrekareyî ya dora wê bi şerîtê hatibû girtin, wêne û dîmen kişandin.
Di karê çêkirina Tirba nû ya Silêman Şah de 82 leşker li ser erdekî ji 10 donimî bi 22 maşînên kar dixebitin.