Li Elmanyayê ji bo HDP'ê komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin

Li Elmanyayê xebatên ji bo destekkirina HDP'ê di hilbijartinên giştî de, zêde bûn. Li bajarên Frankfurt, Ludwigshafen û Leverkusenê, komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin.

Li Elmanyayê xebatên ji bo destekkirina HDP'ê di hilbijartinên giştî de, zêde bûn. Li bajarên Frankfurt, Ludwigshafen û Leverkusenê, komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin.

FRANKFURT

Li bajarê Frankfurtê, komîsyonek ji 40 kesî ya li ser navê HDP'ê ji bo hilbijatrinên giştî yên 7'ê Hezîranê bixebite, hat avakirin.

 Komîsyona di civîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de hat avakirin û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk jî di nav de cih digire, ji bo HDP'ê dest bi xebatên xwe kir. Komîsyona ku bi destxistina 10 hezar dengan weke hedef danî pêşiya xwe, wê mal bi mal bigegre, ji bo qeyda hilbijêran û bikaranîna dengan plansaziyê çêbike. Xebatên li bajêr wê li 6 herêman bên meşandin û di vê çarçoveyê de Navendeke Agahdariyê hat avakirin.

Komîsyona Hilbijartinê wê bi gelek saziyên li Frankfurt û derdora wê re diyalogê deyne û ji bo HDP'ê destekê bixwaze.

LUDWIGSHAFEN
 
Li bajarê Elmanya Ludwigshafenê jî, di civîna li Navenda Civaka Kurd de ji bo hilbijartinên giştî ekîbeke xebatê ya ji 45 kesan hat avakirin. Di civînê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd (NCK) Cano Yildiz axaftina vekirinê kir û got, "Ji bo em xwe bigihînin armanca xwe divê em bêhtir bixebitin û bendê bi ser AKP'ê ve hilweşînin. Di civînên me de derdorên sosyalîst, demokat, şoreşger, Elewî, Êzidî, Kulûba Amedspor a li herêmê, Mizgefa Kurdan û gelên cuda diyar kirin ku ew ê destekê bidin HDP'ê. Danûstandinên me yên bi saziyên dost re wê dewam bikin. Em ê gavên xwe yên pratîkî zêde bikin. Me bi AGÎD, ATÎK, ADHK, DÎDF û kesayetên cuda re civîn lidar xistin. Ji niha û ê ve komîsyon wê hefteyê carekê bicive û rewşê binirxîne."

Di civînê de Komîsyona Hilbijartinê ya ji 11 kesan, wê di nava gel de xebatên agahdarkirinê bimeşîne.

LEVERKUSEN

Ji 42 saziyên dan xuyakirin ku ew ê destekê bidin HDP'ê Hewldana Mereşiyan aEwropayê, li Leverkusenê li Navenda Giştî ya Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) civînek lidar xist. Di civîna ku Mereşiyên li eyaleta NRW dijîn tevlî bûn de, rûspiyên Elewiyan destek dan.

Li dû agahdariya giştî di civînê de stratejiyên hilbijartinê yên ji bo Mereşê hatin nîqaşkirin. Di civînê de biryar aht dayîn li bajarên navendî şev û panelên destekkirinê werin lidarxistin, komîsyonên hilbijartinê bên avakirin û xebat werin meşandin.