Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Çerkezoglû û gelek karker hatin binçavkirin

20 jin gelek karkerên avahiya rêveberiyê ya Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Maltepeyê dagir kirin, ku Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî di nav de bû, bi lêdanê hatin binçavkirin.

20 jin gelek karkerên avahiya rêveberiyê ya Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Maltepeyê dagir kirin, ku Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû jî di nav de bû, bi lêdanê hatin binçavkirin.

Li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Maltepeyê, berxwedana 98 karkerên ku ji ber endametiya xwe ya Sendîkaya Dev Saglik-Îş a DÎSK'ê ji kar hatin derxistin, ket roja 80. 20 karkerên jin, avahiya rêveberiyê dagir kirin. Karkerên mêr jî li ber deriyê rêveberiya nexweşxaneyê pankarta bi nivîsa "Karkerên ji kar hatine derxistin bila dîsa werin xebitandin" vekirin. Lê belê polîsan dest li komê werdan. Polîsan destpêkê dest li karkerên li ber derî werdan, dûre jî 20 karkerên jin bi lêdanê kirin binçavan. Ji ber lêdana polîsan, milê karkerekî ji cih derket. Hat ragihandin ku 20 jê jin karkerên hatin binçavkirin birine Qereqola Gulsûyû.

Seroka Sendîkaya Dev Saglik-Îş û Sekretera Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku wan ti sûc nekirine lewma ew ê li emniyetê îfadeyê nedin û anî ziman ku bi vê çalakiyê re wan xwestine dengê karkeran bigihînin Rektorê Zanîngeha Maltepeyê.