8 saziyên li Swêdê destek dan HDP'ê

Li Swêdê, 8 rêxistinên civakî yên sivîl ku di nav de Konseya Kurd a Swêdê jî heye, dan xuyairin ku yekane hêza pirsgirêkên Tirkiye û Kurdistanê çareser bike HDP ye.

Li Swêdê, 8 rêxistinên civakî yên sivîl ku di nav de Konseya Kurd a Swêdê jî heye, dan xuyairin ku yekane hêza pirsgirêkên Tirkiye û Kurdistanê çareser bike HDP ye û di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de banga destekkirina HDP'ê li Kurdistanî û Tirkiyeyiyan kirin.

Di daxuyaniya saziyan de hat ragihandin ku desthilatdariya AKP'ê ev 12 sal in navgîna desthilatdariyê bikar tîne, teror ûz extê li karkeran, kedkaran û gelên hindekahiyan dike, li hemberî daxwazên herî rewa û bingehîn şîdetê bikar tîne, polîtîkayên nîjadperest, zayendîperest û ji hev dûrxistinê yên desthilatdariya AKP'ê li nava gelemperiya civakê hatine belavkirin û hovîtiyên karker lê rast tên weke rewşeke ji rêzê dibîne.

Rêxistinên civakî yên sivîl dan xuyakirin ku di van şert û mercan de gelekî girîng e HDP bi awayekî partiyê bendê derbas bike û gotin, "Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li ser bingeha civaka azad û wekhev, ji bo her kes karibe bi zimanê dayikê perwerdeyê bibîne, ji bo Ozgecanên me êdî nemirin, ji bo naskirina mafên bingehîn ên gelan, ji bo çareseriya pirsgirêkên cihêkariya zayendî, mezhebî, zimanî û olî, em bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Swêdê dikin ku di 31'ê Gulanê de dengên xwe ji bo HDP'ê bikar bînin.

Di nava rêxistinên mora xwe avêtine binê daxuyaniyê de Konseya Kurd a Swêdê, Navneda Çanda Mezopotamyayê, Însiyatîfa Aştiyê ya Jinê, Mûkavemet, Kongreya Gel a Mezopotamyayê, Komeleya Jinê ya Kibele, Komeleya Piştevaniya Mezopotamyayê hene.