ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtina endamê EMEP'ê Tulek hat şermezarkirin
Li Dêrsimê, girtina xebatkarê Şaredariyê û endamê Cîgir ê Desteya Rêveberiya Bajêr a Dêrsimê ya Partiya Kedê (EMEP) Hasan Tulek bi hinceta 'propaganda rêxistinê' bi awayekî girseyî hat protestokirin. -
Li Mîlano û Munchenê xebatên hilbijartinê
Li bajarê Îtalya Mîlanoyê, komîsyona hilbijartinê xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bê navber dewam dike. Li bajarê Elmanya Munchenê jî bi civînekê re xebatên komîsyona hilbijartinê hatin nirxandin. -
Heyeta HDP’ê bi Ocalan re hevdîtin pêk anî
Heyeta HDP’ê ya bi Ocalan re hevdîtin pêk anî ji Îmrali vegeriya. -
Ji Yasîn Aktay banga ‘li dijî PKK’ê çekan rakin’
Derket holê ku nivîskarê Rojnameya Yenî Şafakê Yasîn Aktay li Wanê tevlî civînekê bûye, bang li aliyê Îslamî kiriye ku ‘li dijî PKK’ê çekan rakin’. Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl bertek nîşanî Aktay dan û civîn terk kirin. -
Heyeta HDP’ê çû Îmraliyê
Heyeta HDP’ê ji bo ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, ber bi Girava Îmraliyê ket rê. -
Li Gîessenê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê didomin
Li bajarê Gîessen a Elmanyayê komeleyên hatin gel ve ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk tên plansaziya xebatê derxistin. -
HDP'ê destek da greva kedkarên tenduristiyê
HDP'ê polîtîkayên tenduristiyê yên AKP'ê rexne kir û destek da greva kedkarên tenduristiyê. HDP'ê got, "Em daxwaza kedkarên tenduristiyê weke daxwaza hevpar a hemû kedkar û bindestan dibînin." -
Parlamenta Ewropa: Divê Rojava were destekkirin
Parlamenta Ewropayê di biryara xwe ya li ser gefa çeteyên DAIŞ'ê de, hêzên YPG û pêşmergeyan ji ber berxwedana nîşan dan, pîroz kir. PE di biryara xwe de diyar kir ku Rojava li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî tevdigere û divê were destekkirin. -
HDP: Me pêwîstiya avabûna Heyeta Şopandinê ragihand
Heyeta HDP'ê duh bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtinek pêk anî. Hat gotin ku di hevdîtinê de pêwîstiya avabûna Heyeta Şopandinê ji Akdogan re hatiye ragihandin, lê belê nav nehatiye rojevê. -
Johan Cosar ê li dijî DAIŞ'ê şer kir li Swîsreyê bi gefa girtinê re rû bi rû ye
Yên li dijî barbariya DAIŞ'ê ji bo parastina Asûrî-Suryanî têkoşiyan, li Swîsreyê wê bi girtinê werin cezakirin. Endamê Konseya Leşkerî ya Suryaniyan Johan Cosar ê piştî vegera Swîsreyê hat binçavkirin, bi cezayê ragirtina 3 salan re rû bi rû ye. -
PE biryar da bi her awayî destekê bide Suryaniyan
PE, ji bo nirxandina rewşa gelê Asûrî-Suryanî yê li Herêma Xabûrê û Deşta Nînova, civiya. Di civînê de biryar hat dayîn ji bo gelê Suryanî yê li Deşta Nînova û Herêma Xabûrê herêma ewlekariyê "Save Heaven" bê avakirin. -
Demîrtaş: AKP neçar e hesabê her şaşitiya xwe bide
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş da xuyakirin, ku pêvajo nayê wateya agirbesta siyasî di navbera HDP û AKP'ê de û destnîşan kir, ku AKP neçar e hesabê her şaştiya xwe bide. -
HDK: Em piştgiriyê didin greva kedkarên tenduristiyê
Meclîsa Tenduristiyê ya HDK’ê diyar kir ku tenduristî kirine bi pereyan û bal kişand ser mêtingeriya xebatkarên tenduristiyê û got ku polîtîkayên AKP’ê li pêşiya tenduristiya civakê asteng e. -
Li Tîkrîtê pevçûnên li nava kolanan dewam dikin
Operasyonên leşkerên Iraqê û milîên Şîa Haş el Şabî yên li Tîkrîtê li dijî çeteyên DAIŞ'ê hatine destpêkirin, dişidin. -
Di çalakiyên Berkîn Elvan de 39 kes hatin binçavkirin
Li Stenbol û Rihayê di çalakiyên bîranîna Berkîn Elvan de 39 kes hatin binçavkirin. -
Malbata Karakoç vê carê li dijî demboriyê têdikoşin
Hasan Karakoç yê ku ev 20 sal e ji bo kujerên birayê Ridvan Karakoç bê cezakirin hewl dide, niha jî ji bo dosya nekeve ber demboriyê têdikoşe. -
'Rast fêmkirina darbeya 12’ê Adarê di roja me ya îro de girîng e’
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Harûn Koçgirî darbeya 12’ê Adarê nirxand û diyar kir ku di roja me ya îro de li Tirkiyeyê hem di navbera hêzên hegemonîk de û hem jî di nava aliyên civakî de nakokî gelek tund e. -
Aydogan: Kê plakayên wesayîtên zirxî li Amedê jêkirin?
Parlamentera HDP’ê Aydogan, diyar kir ku piştî li Cizîrê li Amedê jî wesayîtên zirxî bê plaka digerin û mijar anî rojeva Meclîsê. -
‘Hilbijêrên qeydên wan tine divê qeydên xwe bikin, xwedî li mafên xwe derkevin’
Koordînasyoan Hilbijartinê ya HDP’ê ya Ewropayê bang li hilbijêrên qeydên wan tine kir da ku qeydên xwe bikin, xwedî li mafên xwe yên qanûnî û dengên xwe derkevin. -
‘Ragirtina girtiyên siyasî û edlî li heman hucreyê provokasyon e'
Endamên TAY-DER’ê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên bi navê Îbrahîm Tekîn û Abdulbarî Kalkan ku li girtîgeha Şakranê ne û gotin ku girtiyên edlî û siyasî ligel hev tên dermankirin. -
Berkîn Elvan li Pirsûsê bi nan û nepoxan hat bîranîn
Welatiyên Pirsûsê di salvegera qetilkirinê de Berkîn Elvan bi nan û nepoxan bibîr anîn. -
Derket holê ku erdê dane TURGEV’ê aîdî sê xwişk û bira ne
Erdê li Şîşliyê ya TURGEV’ê ku vekirina wê Erdogan kir, derket holê ku aîdî sê xwişk û birayan Abaci, Umît Devecî û Ugur Devecî yên ku bi salan e tapoyên wan bi keyfî nayên dayîn e. -
'Em dengê xwe bidin HDP'ê, hesab ji faşîzma AKP'ê bipirsin'
AGÎF bang li hemû Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê dijîn kir ku dengê xwe bidin hêviya gelan HDP'ê û ji faşîzma AKP'ê hesab bipirsin. -
Nerazîbûna li Grûp Yorûm zêde dibe
Nerazîbûna li Grûp Yorûm ku gotibû "Em rewşa li Rojava weke şoreşê nabînin" li Kurdistanê zêde dibe. -
'Hikûmet pirsgirêka penaberiyê çareser nekir'
Serokwekîlê Koma HDP’ê Baluken têkildarî veguherandina bajarvaniyê pêşnûmeyek pêşkêşî meclîsê kir û diyar kir ku pirsgirêka koçberiya ber bi bajaran ve çareser nebûye û hikûmet dibe sedema zêdebûna koçberiyê.